Meşa Dirêj di roja 2yemîn de li bajarê Vannesê berdewam kir. Meşvanan li ser rêya xwe bi hin kesên cuda re hevdîtin pêk anîn û têkildarî tecrîda Îmraliyê û sûcên şer ên dewleta Tirk dosya pêşkêş kirin.
Meşa Dirêj a ku di çarçoveya “Pêngava Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re” li bajarê Lorient ê Fransayê hatî destpêkirin, bi coşeke mezin berdewam dike. Meşa Dirêj îro di roja xwe ya 2yemîn de li bajarê Vannes ê Fransayê dest pê kir. Meşvanên ku li pêşiya Şaredariya Vannesê li hev civiyan, li vir daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Çalakvanan diyar kir ku wan bi şîara “Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re” meşa xwe dane destpêkirin û dan zanîn ku azadiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û azadiya Kurdistanê girêdayî hev in û heya ku Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad nebe wê tu kes azad nebe. Çalakvanan bal kişand ser girîngiya pêvajoyê û ev yek anîn ziman: “Ev pêvajo ne pêvajoya sistbûn û bendewariyê ye, berovajî wê pêvajoya mezinkirina berxwedan û têkoşînê ye. Hewce ye em destê Rêber Apo xurt bikin û encameke bi dest bixin.”
Çalakvanên ku piştî daxuyaniyê dest bi meşa xwe kirin, li ser rêya xwe bi rêxistinên civakî û partiyên siyasî re hin hevdîtin pêk anîn û têkildarî dîlgirtina Abdullah Ocalan a derqanûnî û sûcên şer ên dewleta Tirk ên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û li hemû Kurdistanê dike, dosyayek pêşkêş kirin. Çalakvanan têkildarî bîyografiya Rêber Abdullah Ocalan û tecrîda Îmraliyê bi sedan danezan jî belav kirin. Di dema hevdîtin û belavkirina danezanan de ji bo tevlîbûna mitîng û meşa mezin a ku wê di 15ê Sibatê de li Strasbourgê werin lidarxistin bang hatin kirin. Meş dê sibê li bajarê Nantes ê Fransayê berdewam bike.