Artêşa Îsraîlê ragihand ku di operasyoneke li dijî baregeha Feyleq El Qudis a li Lubnanê de, berpirsê topxaneyê yê Firqeya “Îmam Husên” ya girêdayê Feyleq El Qudis hat kuştin.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichai Adraee diyar kir ku artêşa Îsraîlê duh (Yekşem) êrişî baregeheke sereke ya kontrola agir a Firqeya Îmam Husên kir, Fermandarê topxaneyê Kemal Milhim ku alîkarê fermandarê firqeyê Yehya Husên e û çend endamên din kuşt.
Adraee diyar kir ku Milhim di operasyonan avêtina guleyên mûşekan û kirîna alavên şer de cih digirt. Di heman demê de roleke di plankirin û bicihanîna hin operasyonên leşkerî yên firqeyê de dilîst.













