• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Êrişên Îranê yên li dijî Herêma Kurdistanê: Di 39 rojan de 16 kes hatin kuştin

    Êrişên Îranê yên li dijî Herêma Kurdistanê: Di 39 rojan de 16 kes hatin kuştin

    Rêya Hevrîşimê ya Navneteweyî diherife

    Rêya Hevrîşimê ya Navneteweyî diherife

    Devlet Bahçelî ser pêvajoyê axivî: Hewcehî bi mijûlkirinê nîn e

    Devlet Bahçelî ser pêvajoyê axivî: Hewcehî bi mijûlkirinê nîn e

    Dozgerî xwest Rojnameger werin cezakirin

    Dozgerî xwest Rojnameger werin cezakirin

    Rejîma Îranê lez daye cezayê darvekirinê ya li dijî Kurdan

    Rejîma Îranê lez daye cezayê darvekirinê ya li dijî Kurdan

    Dadgehê li nûçegîhanê MAyê Mehmet Aslan doz vekir

    Dadgehê li nûçegîhanê MAyê Mehmet Aslan doz vekir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Êrişên Îranê yên li dijî Herêma Kurdistanê: Di 39 rojan de 16 kes hatin kuştin

    Êrişên Îranê yên li dijî Herêma Kurdistanê: Di 39 rojan de 16 kes hatin kuştin

    Rêya Hevrîşimê ya Navneteweyî diherife

    Rêya Hevrîşimê ya Navneteweyî diherife

    Devlet Bahçelî ser pêvajoyê axivî: Hewcehî bi mijûlkirinê nîn e

    Devlet Bahçelî ser pêvajoyê axivî: Hewcehî bi mijûlkirinê nîn e

    Dozgerî xwest Rojnameger werin cezakirin

    Dozgerî xwest Rojnameger werin cezakirin

    Rejîma Îranê lez daye cezayê darvekirinê ya li dijî Kurdan

    Rejîma Îranê lez daye cezayê darvekirinê ya li dijî Kurdan

    Dadgehê li nûçegîhanê MAyê Mehmet Aslan doz vekir

    Dadgehê li nûçegîhanê MAyê Mehmet Aslan doz vekir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê dê bê lidarxistin

Amed / AW

7 NÎSAN 2026 - 11:39
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ya 11emîn bi beşdariya 19 welatan û bi temaya “Ji bo Aştiyê Diyalog” dê di navbera 22yê Nîsanê û 2yê Gulanê de bê lidarxistin

Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ya 11emîn ku dê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve di navbera 22yê Nîsanê û 2yê Gulanê de bê lidarxistin, bi temaya “Ji bo Aştiyê Diyalog” komên şanoyê yên 19 welatan tîne cem hev û bajêr vediguherîne hevdîtineke hunerî ya pirzimanî û pirçandî.

Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) ya ku di bin banê Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî de xebatên xwe dimeşîne, îsal 11emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê bi temaya “Ji bo Aştiyê Diyalog” pêk tîne. Festîvala ku dê di 22yê Nîsanê de dest pê bike û heta 2yê Gulanê dewam bike, dê komên şanoyê yên 19 welatan li Amedê bîne cem hev. Di festîvalê de bi giştî 22 lîstik dê bên nîşandan. Beşeke zêde ya lîstikan dê li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bên lîstin û hin performans jî dê li qadên vekirî derkeve pêşberî temaşevanan. Di çarçoveya festîvalê de ligel lîstikan; hevpeyvîn, panel, atolye û hevdîtinên hunermendan jî dê bên organîzekirin.

Komên şanoyê yên ku dê ji gelek welatên weke Îtalya, Swîsre, Îran, Sûriye, Tûnis, Erebistana Siûdî, Ûkrayna û Ûgandayê werin dê heman sehneyê parve bikin û tevkariyê li danûstandina çandî bikin. Festîval armanc dike ku bi rêya hilberîna hunerî, di navbera erdnîgariyên cihêreng de diyalogê ava bike.

Festîval bi temaya ‘Ji bo Aştiyê Diyalog’ tê lidarxistin

Festîvala ku bi sernavê “Ji bo Aştiyê Diyalog” tê lidarxistin, hêza şanoyê ya di avakirina pira di navbera çandên cihê de, zindîhiştina hafizeya civakî û hilberandina gotinan di demên krîzê de weke navend digire. Bi festîvalê re armanc ew e ku şano wekî zimanekî hevpar, zemîna piştgiriyê û qada hafizeya kolektîf bê xurtkirin.

Festîval armanc dike ku tecrubeyên hunermendan bide xuyakirin

Koordînatora Festîvalê Berfin Emektar der barê çalakiyê de daxuyaniyek da û diyar kir ku festîval bi taybetî armanc dike ku tecrubeyên hunermendên ku li herêmên şer û krîzê de hilberînê dikin, bide xuyakirin. Berfîn Emektar wiha got: “Em şanoyê ne tenê wekî qadeke hunerî, lê wekî qadeke ku hafizeya civakî, gotina jinan, cihêrengiya çandî û îradeya jiyana bi hev re tê de îfade dibe, digirin dest.” Berfîn Emektar da zanîn ku ji 33 welatan serlêdan girtine lê ji ber dema festîvalê beşdarî sînordar hatiye girtin û diyar kir ku bername bi naverokeke berfireh û têr û tejî hatiye amadekirin.

Beşdariya akademîk dê pêk bê

Festîval, ligel hunermendên navneteweyî dê derdorên akademîk jî bîne cem hev. Ji beşên şanoyê yên zanîngehên li Berlîn, Sûdan, Ukrayna, Silêmanî û Duhokê beşdarî dê çêbibin. Di lîstikên ku dê bi zimanên cihê bên lîstin de jêrnivîsên Kurdî, Tirkî û Îngilîzî dê bên bikaranîn. Her wiha xwendekarên masterê yên zanîngehên Berlînê dê di çarçoveya xebatên akademîk de festîvalê bişopînin.

Banga ji bo temaşevanan

Koordînatora Festîvalê Berfin Emektar bang li hemû welatiyan kir ku beşdarî festîvalê bibin û got: “Dê bibe hevdîtineke pirzimanî, pirçandî û pirdengî. Em hemû gelê xwe vedixwînin beşdariya vê festîvala girîng.”

Bernameya Festîvalê

Hûn dikarin li ser vê lînkê xwe bigihînin bernameya festîvalê:

https://amedtheatrefest.org/program.html?festival_id=1&festival=11.+Festival

Etîket: Berfîn EmektarFestîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ya 11emînHuner û Karên CivakîJi bo Aştiyê DiyalogŞanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT)Şanoya KurdîSerokatiya Daîreya Çand
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Çavkaniyeke herî eşkere ya şanoya Kurdî govend in’

‘Çavkaniyeke herî eşkere ya şanoya Kurdî govend in’

3 NÎSAN 2026
Şanoger Angay: Nefermîbûna zimanê Kurdî bandorê li ser hunerê jî dike

Şanoger Angay: Nefermîbûna zimanê Kurdî bandorê li ser hunerê jî dike

20 SIBAT 2026
Amed ji bo şanoyê dibe navnîşana hunera navneteweyî

Amed ji bo şanoyê dibe navnîşana hunera navneteweyî

3 MIJDAR 2025
‘Em ê bi şanoyê zimanê xwe pêş bixin’

‘Em ê bi şanoyê zimanê xwe pêş bixin’

15 COTMEH 2025
Li Zanîngeha Dîcleyê şanoya Kurdî derket ser dikê

Li Zanîngeha Dîcleyê şanoya Kurdî derket ser dikê

13 COTMEH 2025
‘Dawiya dawî’ diçe Almanya û Holandayê

‘Dawiya dawî’ diçe Almanya û Holandayê

13 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şiyarbûna xwezayê û çar hêmanên wê: Cemre

    Şiyarbûna xwezayê û çar hêmanên wê: Cemre

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li dijî Balyozxaneya Îsraîlê êrîş: kesek hat kuştin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bîranîna 6ê Nîsanê: Em ê xwedî li mîrateya şehîdên çapemeniya azad derkevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Peyvên Kurdî ‘pirsgirêk’ dîtin, ji bo pirtûkê bidin 5 hezar lîre xwestin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DYA-Îsraîlê li çar welatan li hedefên Îranê dan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 7ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rejîma Îranê êrişî Başûrê Kurdistanê kir: 2 kes mirin 3 zarok birîndar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Elmaz Romî bû şaredara Kobanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di hevdîtina DEM Partî û CHPê de rojev hilbijartin û demokratîkbûyîn bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hatin berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (275)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne