Hat ragihandin ku vegera koma sêyemîn a koçberên ji Efrîn û Şehbayê ku çaverê bû sibe biketina rêya warê xwe hat paşxistin.
Li gorî agahiyên ku Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê dane ANHAyê çavrê bû koma sêyemîn a koçberan sibe (pêncşem) ber bi warê xwe ve biketina rê.
Lê beriya çend kêliyan meclisê agahî da ku veger hatiye paşxistin, roj nehat diyarkirin û wê piştre dîroka wê bê diyarkirin.
Heta niha 2 komên koçberên ji Efrînê (ya yekemîn di 9ê Adara 2026an de û ya duyemîn 4ê nîsana 2026an vegeriyane Efrînê. Di koma yekemîn de 400 malbat û di koma duyemîn de jî 200 malbat vegeriyabûn.












