Piştî çend caran taloqkirinê, îro danê sibehê koma sêyemîn a koçberên Efrînê di çarçoveya Peymana 29ê Çileyê de, ji bajarê Qamişlo ber bi warê xwe ve bi rê ketin.
Di çarçoveya bicihanîna bendên Peymana 29ê Çileya borî de hatibû îmzekirin, karwanê sêyemîn ê koçberên Efrînê piştî amadekariyên pêwîst dest bi rêwîtiya vegerê kir. Koçberên ku salên dirêj ji ber şert û mercên dijwar dûrî malên xwe mabûn, bi kelecaneke mezin berê xwe dan axa bav û kalan.
Bi coş û peroş derketin rê
Koçberên ku amadekariyên xwe temam kiribûn, li Çerxerêya Şehîd Yusif Gulo ya li rojavayê bajarê Qamişloyê kom bûn. Bi dehan erebe û wesayîdên ku ji bo veguhestina malbat û kelûpelên wan hatibûn amadekirin, di bin tedbîrên ewlehiyê de ber bi Efrînê ve ketin rê. Coş û peroşa welatiyan a vegerê hêjayî dîtinê bû.
Pêvajoya vegerê berdewam dike

Pêvajoya vegera koçberan li gorî peymana diyarkirî bi qonaxan pêk tê: Koma yekemîn di 9ê Adarê de bi 400 malbatan dest pê kir, koma duyemîn di 4ê Nîsanê de bi 200 malbatan berdewam kir. Koma sêyemîn jî îro bi rêketina bi sedan malbatan didome.
Hêjayî gotinê ye ku ev vegera koçberan piştî gelek astengî û taloqkirinan pêk hat, ku ev yek wekî gaveke girîng ji bo kêmkirina êşên koçberiyê û vegera li ser axa resen tê dîtin.













