Li tevahiya bajarên herêma Cizîrê, çalakî û xwepêşandanên gel ên ji bo berdana welatiyên ji hêla Hikûmeta Demkî ya Şamê ve hatine girtin, bênavber didomin. Cîgirê Fedmandarê Ewlehiya Hundirîn a Hesekê Mehmûd Xelîl jî daxuyand ku îro dê 400 kesên ji hêla Şamê ve hatine desteserkirin, bigihin Hesekê.
Di çarçoveya Peymana 29ê Çileyê de pevguhartina girtiyan berdewam dike. Di encama êrişên Tirkiye, Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û komên çeteyan de gelek welatî hatibûn girtin. Nêzî sê meh in malbatên wan hewl didin aqûbeta wan fêr bibin. Her wiha di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî de jî hevdîtinên ji bo serbest berdana girtiyan û pêguhertina dîlgirtiyan berdewam dikin. Diviya di 9ê Nîsanê de komek din a girtiyan ku ji 300 kesan pêk dihat, hatibû taloqkirin.
Xelîl: 400 girtî digihin Hesekê
Şervê din Cîgirê Fedmandarê Ewlehiya Hundirîn a Hesekê Mehmûd Xelîl li ser hesabên xwe yên medya dijîtal daxuyaniyek derbarê serbest berdana girtiyan de da. Xelîl anî ziman ku dê îro (11ê Nîsanê) 400 girtî bên bedan. Xelîl daxuyand ku girtî dê li derdora nîvro bigihin Hesekê û bang li malbatên girtiyan û gel kir ku girtiyan pêşwazî bikin.
Hezar û 70 girtî di destê Şamê de
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî daxuyandibû ku hejmara giştî ya girtiyên wan ên di destê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hezar û 70ê (1.070) ye.
Hêjayî gotinê ye ku Mazlûm Ebdî destnîşan kiriye ku ev hejmar ne tenê şervan û hêzên leşkerî, di heman demê de girtiyên sivîl jî dihundirîne.
Heta niha 797 girtî hatin berdan
Di çarçoveya pêvajoya pêguhertina girtiyan de berî niha du kom hatibûn berdan. Di koma yekemîn de 100 û di koma duyemîn de jî 300 girtiyan cih digirt. Her wiha bi heman awayî HSDê jî ew qas girtiyên Şamê radest kirin. Bi koma îro ya ji 397 kesan pêk tê hejamara girtiyên hatin berdan digihe 797 kesan.
273 girtî hêj di destê Şamê de ne
Ku girtiyên îro bigihin Hesekê dê di destê Şamê de hêj 273 girtiyên HSDê bimînin. Çav li rê ye ku ji bo berdana van girtiyan jî dîrok bê diyar kirin. Bi heman awayî hêj di destê HSDê de jî hejmarek girtiyên Şamê hene. Tê payîn ku girtiyên mayîn jî wekî komekê di pêşerojê de bên berdan û HSD jî girtiyên di destê xwe de radestî şamê bike.













