Dayika Abdullah Ocalan Uveyş Ocalan, di 33yemîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ya li Amarayê hate bibîranîn.
Dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Uveyş Ocalan, di 33yemîn salvegera wefata xwe de li gundê Amarayê yê navçeya Xelfetiyê ya Rihayê li ser gora xwe hate bibîranîn. Çalakiya bîranînê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê û Platforma Jinan a Rihayê hate lidarxistin. Tevî endamên malbatê, gelek jin beşdarî bîranînê bûn. Jinan kulîlk danîn ser gora li Amara û şitil çandin.
Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu di bîranînê de axivî û di şexsê Uveyş Ocalan de hemû “dayikên berxwedêr” bi bîr anî û ev tişt got: “Em di şexsê Dayika Uveyş de hemû dayikên berxwedêr, dayikên leheng û hemû dayikên ku çavên wan li rêya zarokên wan ma û jiyana xwe ji dest dan bi bîr tînin û li ber bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Dayika Uveyş dayikeke pir bi hêz û kedkar bû. Dayika Rêber Ocalan bû. Em pir bextewar in ku Dayika Uveyş Rêber Ocalan anî dinyayê. Îro Serok Ocalan ji bo gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn jiyaneke nû ava dike. Em dibêjin: Dayê, felsefeya Rêber Apo yê ku te aniye dinyayê, li vî welatî aştiyê, çareseriyê û jiyaneke azad û bi rûmet dihûne.”













