• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
12 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji ber baranê li Colemêrgê rê hilweşiya

    Ji ber baranê li Colemêrgê rê hilweşiya

    Ji rojnameger Balekanî bangewaziya li dijî sansurê

    Ji rojnameger Balekanî bangewaziya li dijî sansurê

    Êrîşa Balyozxaneya Îsraîlê: 9 kes hatin girtin

    Êrîşa Balyozxaneya Îsraîlê: 9 kes hatin girtin

    Stranbêj Şêrzat: Azadiya fîzîkî ji bo pêvajoyê jênevegere

    Stranbêj Şêrzat: Azadiya fîzîkî ji bo pêvajoyê jênevegere

    Kujerê Qasimlo jî di nava heyeta muzakereyan ya Îranê de ye

    Kujerê Qasimlo jî di nava heyeta muzakereyan ya Îranê de ye

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 12ê NÎSANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji ber baranê li Colemêrgê rê hilweşiya

    Ji ber baranê li Colemêrgê rê hilweşiya

    Ji rojnameger Balekanî bangewaziya li dijî sansurê

    Ji rojnameger Balekanî bangewaziya li dijî sansurê

    Êrîşa Balyozxaneya Îsraîlê: 9 kes hatin girtin

    Êrîşa Balyozxaneya Îsraîlê: 9 kes hatin girtin

    Stranbêj Şêrzat: Azadiya fîzîkî ji bo pêvajoyê jênevegere

    Stranbêj Şêrzat: Azadiya fîzîkî ji bo pêvajoyê jênevegere

    Kujerê Qasimlo jî di nava heyeta muzakereyan ya Îranê de ye

    Kujerê Qasimlo jî di nava heyeta muzakereyan ya Îranê de ye

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 12ê NÎSANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Muzakereyên li Îslamabadê xitimîn: Dîplomasî rawestiya

Navenda Nûçeyan /AW

12 NÎSAN 2026 - 11:18
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A

 

 

Piştî muzakereyên Amerîka û Îranê nûnerên  her du aliyan nêrîn û helwestên xwe yên li ser encama muzakereyan li ser platformên cihêreng, bi raya giştî re aşkera kirin.

Muzakereyên dîrokî û çarenûsiyê yên li Îslamabadê ya paytexta Pakistanê ya piştî 21 saetan bêyî ku bigihîjin encamekê bi dawî bûn û şandeyên her du welatan (DYA û Îran) ji Pakistanê vegeriyan welatên xwe. Tevî ku agirbesteke demkî heye jî, nebûna peymanekê li ser xalên bingehîn fikarên ji bo destpêkirina pêleke nû ya şer zêdetir kirine.

Maseleya Hurmuz û Nukleerê sedemê xitimandinê ye

Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance û şandeya Îranê ya bi serokatiya Mihemed Baqir Qalîbaf, piştî hevdîtinên dûr û dirêj negihîştin lihevkirinekê.

Li gorî raporên taybet ên Axios û Tasnimê, sedemên sereke yên xitimandinê ev in:

Kontrola Hurmuzê: Îran daxwaz dike ku kontrola Tengava Hurmuzê di destê hêzên wan de bimîne. Lê Trump vê wek “şantaj” û “astengkirina azadiya deryayî” pênase dike.

Mijara Ûranyûmê: DYA garantiya tam ji bo rawestandina zengînkirina uranyumê daxwaz dike, lê Tehranê projeya ûranyûmê wekî “mafê xwe yê rewa” parast û paş ve gav neavêt.

Daxwazên zêde: Hyeta Îranê, Washington bi “daxwazên nerasteqîn” tawanbar kir. JD Vance diyar kir ku wan “pêşniyara herî baş” pêşkêş kiriye lê Îranê ciddiyet nîşan nedaye.

Dîplomasî qediya yan berdewam e?

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Beqayî piştî ku heyet vegeriyan welatên xwe daxuyaniyek da û got: “Dîplomasî tu carî bi dawî nabe.” Lê belê, medyaya nêzî rejîmê (Tasnim) diyar kir ku Îran ji bo muzakereyên nû “lez nake” û niha pêwîst e Amerîka gav bavêje. Li aliyê din, welatên wekî Avûstralyayê bang li aliyan kir ku agirbestê xera nekin, ji ber ku xerabûna agirbestê dê karesateke aborî ya cîhanî bîne.

Hêza leşkerî ya Îranê hîn li ser piyan e

Raporeke nû ya Wall Street Journal (WSJ) nîşan dide ku her çend Pentagon dibêje cebilxaneya Îranê qediya ye, lê Îran hîn xwediyê bi hezaran moşekên balîstîk e ku dikare di her kêliyê de li dijî fîloya Amerîkayê û Îsraîlê bikar bîne.

Etîket: dîplomasîmuzakaereyên DYA û Îranê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dîplomasiya Kurdan a li Munîhê deng vedide

Dîplomasiya Kurdan a li Munîhê deng vedide

14 SIBAT 2026
Tom Barrack û xefika diplomatîk

Tom Barrack û xefika diplomatîk

29 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Zeynep Cansiz hate entubekirin

    Zeynep Cansiz hate entubekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bazarvanên Wanê: Piştî şerê Îranê em mexdûr bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Siyasetmedarên Kurd: Pêkanîna yekitiyê ji bo Kurdan bûye ferz

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên Gimgimê: Ev proje nirxên jiyanê dikujin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji rojnameger Balekanî bangewaziya li dijî sansurê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kujerê Qasimlo jî di nava heyeta muzakereyan ya Îranê de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Stranbêj Şêrzat: Azadiya fîzîkî ji bo pêvajoyê jênevegere

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Xilasbûna me di yekîtiya me de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 12ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevseroka PYDê: Mafê gelên Sûriyeyê ji holê hatin rakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (432)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne