Wan – Çarşema Serê Nîsanê yek ji cejnên herî kevnar û bingehîn ên civaka Êzidî ye. Çarşema Serê Nîsanê, roja serkeftina mutleq a hêza qencî, evîn, bedewî û jiyana hevpar; roja têkçûna tarîtiyê, xirabiyê û şer e. Ji ber vê yekê, ji ber ku jiyana civakî, hevpar û aştiyane sembolîze dike, xwedî girîngiyeke taybet e.
Li gorî baweriya Êzidiyan, Xweda afirandina dinyayê di roja Çarşema 3yemîn ya Nîsasanê de temam kiriye. Li gor baweriya Êzdiyatiyê, di vê rojê de Tawisê Melek (serekê milyaketan) hatiye ser rûyê erdê da ku nîzam û bedewiyê bide cîhanê. Tê bawerkirin ku beriya afirandinê dinya bi tenê “dur” (mircan) û av bû. Di vê çarşemê de erd cemidiye û jiyan lê şîn bûye.
Meha nîsanê
Ji ber ku nîsan wek “bûka salê” tê dîtin, Êzidî di vê mehê de dawetan nakin. Ew bawer dikin ku nîsan bi xwe herî bedew e û naxwazin tu kes bi bedewiya wê re pêşbaziyê bike.
Taybetmendî û sembolên Çarşema Serê Nîsanê
Cejna Çarşema Serê Nîsanê bi hin rîtuelên taybet û rengîn tê naskirin ku her yek xwedî wateyekê ye. Hêk sembola gerdûnê ne. Boyaxkirina hêkan sembola rengên biharê û pirrengiya jiyanê ye. Kelandina hêkan jî nîşana “meyîna” dinyayê ye.

Biharok
Êzidî di vê rojê de biharokan anku kulîlkên sor (wekî xunav an kinfiroş) li deriyê malên xwe dixin. Ev kulîlk nîşana parastin û bereketê ne.
Ji aliyê civakî û dîrokî ve Çarşema Serê Nîsanê

Çarşema Serê Nîsanê ji bo civaka Êzidî cejneke mezin a yekitiyê ye. Di vê rojê de serê sibehê zû malbat diçin ser goristanên xwe, xêr û xêratan (fêkî, nan, hêk) belav dikin. Di vê rojê de kesên ku ji hev xeyidî, li hev tên. Civak bi ruhê alîkariyê tev digere. Çarşema Serê Nîsanê, roja serkeftina mutleq a hêza qencî, evîn, bedewî û jiyana hevpar; roja têkçûna tarîtiyê, xirabiyê û şer e. Ji ber vê yekê remza jiyana civakî, hevpar û aştiyane ye, xwedî girîngiyeke taybet e.
Taybetmendiyên Çarşema Serê Nîsanê
Çarşema Serê Nîsanê wek Sersala Êzidiyan û Cejna Melekê Tawis jî tê zanîn. Di meha nîsanê de cotkirina axê û dawet nayên kirin. Çarşema Serê Nîsanê ji bo Êzidiyan parastina nasname û koka wan a dîrokî ye ku bi hezaran sal e li Kurdistanê tê parastin e.
Hin rîtuelên cejnê: Vêxistina qendîlan

Navenda sereke ya pîrozbahiyan Perestgeha Laleşê ye. Rîtuela herî biheybet pêxistina çira û qendîlan e. Êzidî bawer dikin ku ronahî sembola Xwedê û Melekê Tawis e. Li Laleşê, di êvara Çarşemê de, 365 qendîl (bi qasî rojên salê) têne pêxistin. Ev qendîl bi rûnê zeytûnê yê pîroz tên dagirtin û ronahiya wan nîşana serkeftina ronahiyê li dijî tariyê ye.
Sêwak û Xêrat
Di vê rojê de li Laleşê nanekî taybet ê bi navê sêwak tê amadekirin. Ev nan di firinên pîroz ên perestgehê de tê pijandin û li hemû mêvanan tê belavkirin. Mirov vî nanî wek bereket û şifa dibînin.
Ziyareta ‘Kaniya Spî’
Kaniya Spî ji bo Êzidiyan cihê herî pîroz ê avê ye. Li gorî baweriyê, dema Melekê Tawis hat ser erdê, pêşî li vê kaniyê rawestiyaye. Zarokên ku nû ji dayik bûne an jî kesên dixwazin “vaftîz” bibin, bi ava vê kaniyê têne şûştin. Di roja Çarşema Sor de, xelk diçe ser vê kaniyê û ji bo tenduristiyê, xwe bi wê avê pîroz dikin.
Semaha Pîroz
Civata olî (Pîr, Şêx û Qewal) bi cil û bergên spî yên kevneşopî derdikevin qada Laleşê. Bi dengê def û şibêbê (amûrên muzîkê yên pîroz) dest bi “Semahê” dikin. Ev semah ne tenê reqsek e; ew sembola gerîna stêrk û gerestêrkan a li dora rojê ye. Ew herikîna gerdûnê û nîzama Xwedê ye.
Girêdana ‘Basimbarê’
Li Laleşê, pîr û şêx benên rengîn (sor, zer, spî) yên ku jê re Basimbar tê gotin pîroz dikin û li destê mêvanên Laleşê girê didin. Tê bawerkirin ku heta ev ben bi xwe neqete û nekeve, wan mirovan ji nexweşî û çavê xerab diparêze.
Tiştê herî balkêş li Lalişê ew e ku mirov tu carî şîna miriyan an jî xemgîniyê nabîne. Çarşema Serê Nîsanê cejna şahî, reng û jiyana nû ye.












