Amed – Serokê Amedsporê Nahît Eren di civîna çapemeniyê de banga yekbûnê li alîgirên Amedsporê kir û wiha got: “Yek armanca me heye ew jî derketina Super Lîgê ye. Em ê bi hevre teqez serbikevin.”
Serokê Amedsporê Nahît Eren, Seroka Duyemîn Şeyda Arslantaş û Serokê Lijneya Îstîşareyê Metîn Kilavûz têkildarî rojevên Amedsporê li Tesîsên Şeyhmûs Ozer civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de têkîldarî geşedanên rojên dawî, şampiyoniya Amedsporê, bertekên li hember Amedsporê û tiştên ku werin kirin hate axaftin.
‘Ew kûpa dê were vî bajarî’
Metîn Kilavuz di dest pê ka civînê de da zanîn ku armanca wan ew e ku îsal Amedspor bibe şampiyon û got: “Em ji ber maça Umraniyeyê xemgîn bûn. Ji ber ku bi milyonan berê xwe dabûn vê maçê me ew daxwaza wan pêk neanî em lêborîna xwe dixwazin. Em vê yekê weke tengasiyeke di rê de mayinê dibînin lê ew kupa dê were vî bajarî.”
‘Em ê bi hev re serbikevin’
Nahît Eren jî anî ziman ku serê sezonê heya roja îro bi yek armancê xwe amadekirine û wiha got: “Em ê her sê maçên xwe yên dawî bi serkevin û bibin şampiyon, baweriya me û dildarên Amedsporê bi vê yekê heye. Em di demekî girîng re derbas dibin dem dem westandin çêdibin sedema vê yekê jî ji ber plansaziya maçan e. Li pêşiya me 3 maç hene tîma me amade ye ku serkeftî be. Di sehaya xwe de me pûan winda kirin û me hesabê vê yekê nekir. Ser vê mijarê em kûr fikirîn û sekinîn. Li pêşiya me maça Bandirmasporê heye em ê serbikevin û bimeşin. Bangeke me li aligîrên me heye, dem dema yekbûnê ye, her çiqas tiştên nebaş çêbibin jî em ê bi biryar di vê rêyê de bimeşin. Yek armanca me heye ew jî derketina Super Lîgê ye. Em ê serbikevin û em ê bi hevre serbikevin.”
Civîn piştî axaftinan bi pirs û bersivan bi dawî bû.












