Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê têkildarî kuştinên dawî yên ku li dijî mamosteyan û şagirtan daxuyanî da û got: “Hemû sendîkayên girêdayî KESKê dê di 16 û 17ê nîsanê de nexebitin û bikevin grevê.”
Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê têkildarî kuştanên dawî yên ku li dibistanan li dijî mamosteyan û şagirtan bi awayekî zanebûn pêk tên ji ber avahiya AVMya WORDMARê heta pêşiya Lîseya Anadolûyê ya Pîşeyî û Teknîkî ya Êlihê meşiyan û piştî meşê daxuyanî dan. Di çalakiyê de rêveberên Egîtîm Sen, SES, ÎHD, OHD, ARÎ-DER û rêveber û endamên DEM Partî û DBPê yên Êlihê û gelek endamên saziyên civaka sivîl û gelek kes tev li meşê û daxuyaniyê bûn. Kesên tevlibûn ji bo kesên ku hatine kuştin deqeyek rêzgirtin. Piştî rêzgirtinê, bênavber dirûşmeyên “Bêdeng nemine dê dor bê ser te jî”, “Yûsûf Tekîn îstîfa bike” û “Xwedî li dibistanan derkevin” hatin berzkirin. Pankarta ku li ser “Em li dijî tundiyê nobeta mafê jiyanê digirin” hatibû nivîsandin hate hilgirtin.
‘Perwerdehiyê ji bo bazar û berjewendiyên xwe yên olî bi kar tînin’
Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê Egîtîm Senê yê Êlihê Ramazan Bîlmez ve hate xwendin. Ramazan Bîlmez anî ziman ku Wezîrê Perwerdehiya Milî yê Tirkiyeyê ji roja yekem ve pişta xwe daye pirsgirêkên rastîn ên perwerdehiyê û got: “Perwerdehiyê ji bo bazar û berjewendiyên xwe yên olî bi kar tînin. Û li ser projeyên wekî ÇEDES û MESEMê îmze kirine. Tevî ew qas tiştên ku qewimîn jî hê jî li ser wezîfeyê tê hiştin. Divê ew demildest îstifa bike. Ji bo bûyerên ku li Sêwereg, Mereş û li seranserê welat dubare nebin û divê rê li ber tundiyê bê girtin, divê dibistan bêne parastin. Hemû sendîkayên girêdayî KESKê dê di 16 û 17ê nîsanê de nexebitin û bikevin grevê. Divê em çalakiyên wisa bidomînin da ku em dikaribin îradeya xwe û pêşeroja xwe biparêzin. Têkoşîna li dijî kesên ku vê atmosfera tundiyê diafirînin ne tenê peywireke, li dijî xebatkarên perwerdehiyê û sendîkayên perwerdehiyê ye. Em bang li tevahiya civakê û li dê û bavên zarokan dikin ku piştgiriyê bidin vê têkoşîna me. Em hemû karmendên giştî û karkerên li dibistan û cihên kar vedixwînin vê çalakiyê.”
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.














