YNK bersivek tund dide ENKSê û destnîşan kir ku we li welatekê qet dîtiye ku ji bo penaberan rê hatibe dayîn ku bibin xwedî hêz û çekdar bin û serokkomar ne yasayî pênase bikin.
Medyaya Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) têkildarî helwesta Encûmena Niştîmanî Kurd ya Sûriye (ENKS) ya derbarê erka Serokkomariya Iraqê ne rewa pênase kiribû daxuyaniyek da.
YNK’ê ji bo ENKSê got ku şert û merc hatine guherîn di rewşa niha de ENKS nikare dubendiyê bixe nava parçeyên Kurdistanê û wiha hate gotin: “Hatine bi aşkere û li gorî daxwazên hinek din êrişî sembolên YNKê dikin. Bêrêziyê li hemberî Serokkomarê Iraq a Federal dikin. Dixwazin fitne û parçebûnê bixin nava pêkhateyên Iraqê û Herêma Kurdistanê.
Di dewamê de YNKê diyar kir ku pirsa Serokkomar pirseke navxwe ya Iraqê ye û ti têkiliya ENKSê bi vê mijarê ve nîne û got: “Li gorî yasaya navdewletî ya taybet bi pirsa penaberan, rê qet ji bo we nayê dayîn ku bêrêzî li hember serokkomar bikin. Ew rûmeta Iraqê û serbilindiyeke mezine ji bo Kurdan ku nêzî 12 salin bi yasayî û ne yasayî li ser vê xaka berhem dijîn.
Li gorî Destûra Bingehîn ya Iraqê û her wiha li gorî yasaya Herêma Kurdistanê rê ji bo we nayê dayîn ku li ser navê hinek din êrişî sembol û serweriya hêzekî mezin û bandor ya Kurdistanê û Iraqê weke YNKê bidin ku xwedî 23 hezar şehîdên di oxira rizgarkirina xak û xelkê Kurdistanê daye. Heman demê xwedî roleke mezine û serekiye di avakirina Iraqê de.”
Herî dawî YNKê got: “Li ti welat û cîhanê rê ji bo wê nehatiye dayîn ku koçber û penaber bibin xwedî hêzên çekdar weke Roj û mûçeyên wan jî ji aliyê wê welatî ve bê dayîn û piştre jî êrişî rûmeta wî welatî bikin; ku bêjin em dijî hilbijartina serokkomar û ne rewa pênase bikin. Eger hûn bizanin ku gelê Kurd çwa li we dinêre, hûn ê peyva kirêgir li dijî hêzeke welatparêz bikar neînin. Şîret li we dikin ku dev ji vê bêrêziyê berdin, wê rastiyê fam bikin ku weke penaber nêzîkî we dibin; nexwe hûnê gelek tiştên bi awayek yasayî li ser hesabê şehîdên vî welatî bidest xistin winda bikin. Ev dmeke ji ber xatirê Kurdbûn û yekrêziyê li hemberî şaştî û nêzîkatiyên we bêdengin. Her gava ku we hemû sînor derbas kir, divê ji bo we bêjîn hûn şaşin û li gorî nêzîkatiya we bersiva we bidin.”













