Şaredariya Tetwanê ya Bedlîsê, ji bo serdema nû ya kursên zimanê Kurdî dest bi qeydan kir. Mamosteyê kursê Ferhat Topbaş, bang li hemû welatiyan kir ku xwedî li zimanê xwe derkevin û beşdarî perwerdeyê bibin.

Piştî ku Şaredariya Tetwanê derbasî rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bû, yek ji gavên destpêkê pêşxistina xebatên zimanê Kurdî bû. Di vê çarçoveyê de kursa ku di payîza sala 2024an de li Navenda Agahiyê ya Prof. Dr. Fuat Sezgîn dest pê kiribû, niha di serdema xwe ya 5emîn de dewam dike.
Heta niha 250 kes mezûn bûne
Li gorî daneyên şaredariyê, heta niha 250 xwendekar ji van qursan mezûn bûne û niha 100 şagirtên qeydkirî perwerdeya xwe didomînin. Qeydên ji bo serdema nû ya qursa Kurmancî dê heta 20ê Nîsanê berdewam bikin.
Divê qurs zêde bibin
Mamoste Ferhat Topbaş ku dersên Kurmancî dide, diyar kir ku ev du sal in perwerde di sê astan de tê dayîn. Topbaş bal kişand ser girîngiya ziman û wiha axivî: “Ji sala 2024an û vir ve me perwerde da nêzî 300 xwendekaran. Helbet li gorî hejmara ciwanên Tetwanê ev hejmar kêm e, ji ber ku agahiya gelek kesan ji qursên bi vî rengî nîne. Em dixwazin ne tenê li Tetwanê, li bajar û navçeyên din jî qurs bên vekirin. Armanca me ew e ku Kurdî ne tenê di qursan de bê hiştin; em dixwazin di her qada jiyanê, di saziyan û di siyasetê de bê axaftin û xwendin.”
Ji bo Kirmanckî jî amadekarî hene
Topbaş da zanîn ku ji bilî Kurmancî, divê bi zaravayê Kirmanckî jî qurs bên dayîn û eger daxwaz ji gel bê, ew amade ne ji bo vê yekê jî dest bi xebatan bikin. Topbaş destnîşan kir ku dê serdema nû di nav 10 rojan de dest pê bike û bangawaziya xwe wiha bi dawî kir: “Heta niha 40 kesan qeyda xwe çêkiriye. Em dixwazin ev hejmar bigihîje bi sedan. Ez ji vir bang li tevahiya gelê Tetwan û Bedlîsê dikim; werin beşdarî dersên me bibin û zimanê xwe yê dayikê hîn bibin.”
















