• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
04 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ciwanên Sêrtê li seyrangehê hatin cem hev

    Ciwanên Sêrtê li seyrangehê hatin cem hev

    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê: Darvekirinan rawestînin

    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê: Darvekirinan rawestînin

    Ciwanekî reda xwe ya wijdanî eşkere kir

    Ciwanekî reda xwe ya wijdanî eşkere kir

    Pêkanînên rejîma Îranê li Şirnex û Mêrdînê hat şermezarkirin

    Pêkanînên rejîma Îranê li Şirnex û Mêrdînê hat şermezarkirin

    SESê li Amed û Wanê bertek nîşanî bertîl û kedxwariyê da

    SESê li Amed û Wanê bertek nîşanî bertîl û kedxwariyê da

    Karkerên madenê careke din dest bi çalakiyê kir

    Karkerên madenê careke din dest bi çalakiyê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ciwanên Sêrtê li seyrangehê hatin cem hev

    Ciwanên Sêrtê li seyrangehê hatin cem hev

    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê: Darvekirinan rawestînin

    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê: Darvekirinan rawestînin

    Ciwanekî reda xwe ya wijdanî eşkere kir

    Ciwanekî reda xwe ya wijdanî eşkere kir

    Pêkanînên rejîma Îranê li Şirnex û Mêrdînê hat şermezarkirin

    Pêkanînên rejîma Îranê li Şirnex û Mêrdînê hat şermezarkirin

    SESê li Amed û Wanê bertek nîşanî bertîl û kedxwariyê da

    SESê li Amed û Wanê bertek nîşanî bertîl û kedxwariyê da

    Karkerên madenê careke din dest bi çalakiyê kir

    Karkerên madenê careke din dest bi çalakiyê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gulîstan Kiliç Koçyigit: Divê îfadeya Suleyman Soylû jî bê girtin

Enqere / AW

20 NÎSAN 2026 - 12:33
Kategorî: DARAZ, MANŞET, ROJANE
A A
Gulîstan Kiliç Koçyigit derbarê geşedanên di dosyaya Gulîstan Doku de anî ziman ku berpirsyarî ne tenê ya walî ye û got: “Divê îfadeya Wezîrê Karên Hundir û hevalê Walî, Suleyman Soylu jî bê girtin.”

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyigit tekildarî geşedanên di rojevê de ne li Meclise axivî. Gulîstan Kiliç Koçyigit di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser bûyerên di dibîstanan de pêk hatinê û wiha axivî: “Ew 3 roj bûn malbat û mamosteyan li dijî van bûyeran bertek nişan dan û neçûn dibîstanan. Lê îro careke din zarok çûn dibîstanan lê ne bi awayekî ne aram, bi fikarên çûn dibîstanan. Em ji bo parastina zarokan berpirsyarin. Lê ew berpirsyarî bicih neaniyê. Encama polîtikayên şaş bûyerên bi vî rengî derxistinê holê. Zarok bi awayekî wekhev perwerdehiyê nabîninê. Ne wekhevbûna perwerdehiyê ji aliyê hest û derûniyê ve bandor li ser zarokan dike. Li hemû qadên jiyanê tundî heye di siyasete de zimanê dijberiyê heye û zarok jÎ ji vê rewşe bandor dibin. Her wiha xwe gihandina çekan pir hesan e. Zarokek çawa dikarê xwe bigihejînê wan çekan û bi rehetî di dibîstanan de komkujî pêk bînê. Ew berpirsyarî ne tenê ya malbatê ye ya dewletê ye jî. Çareserî ne tenê ewlehiyê di heman demê de bi perwerdehiya wekhev û azad ku zarok bikarin xwe bînin ziman ve pêkan e. Ji bo wê em ê sibe derbarê mijarê de pêşnûmepirsekê pêşkeşî Meclise bikin.”

Di berdewama axaftina xwe de Gulîstan Kiliç Koçyigit bi lêv kir ku pêşnûqanûna desthilatê ya derbarê xizmetên civakî de li şûna civakê biparêze û wekheviya civakî pêk bînê, pirsgirêkan kûrtir dike û wiha got: “Alîkariyên civakî ku berpirsyariya dewletê ye jî weke xêrek tê peşkeşkirin. Ew yek jî li dijî mekazagonê ye. Herwiha di pêşnûmeqanûnê de ji bo destûra jinên ku nû pitika wan çêbûyê jî cih negirtiyê. Ew yek jî kemasiyeke mezin e. Li ser navê ewlehiyê li her derê kamerayê bi cih dikin. Lê ew yek ne ji bo ewlehiya civakî lê ji bo berjewendiyên xwe bikartînin. Ewlehî bi kamerayan nabe. Ji bo wê em dibêjin ne alîkarî lê wekheviya civakî divê pêk were.”

‘Divê îfadeya Suleyman Soylu bê girtin’

Gulîstan Kiliç Koçyigit derbarê geşedanên nû yên di dosyaya Gulîstan Dokuyê de jî diyar kir ku wan di serî de gotibû berpirsyariya dewletê di vê bûyerê de heye û wiha pê de çû: “Niha derket holê ku rastê rast Walitiyê wê demê ew bûyer veşartiye û zarokê xwe parastiye. Her wiha saziyên din ên dewletê jî ji bo bûyerê veşêrin xebat meşandine. Ew mesele ne bi tenê bi walî ve sînordar e. Divê îfadeya Süleyman Soylu ê wê demê Wezîrê Karên Hundir bû û hevalê walî bû jî bê girtin. Ew bûyer çawa hatiyê veşartin. Rola Suleyman Soylu jî divê bê derxistin. Her wiha dozgerên wê demê jî divê bên lêpirsînkirin. Wan jî lêpirsîneke bi bandor nedayê destpêkirin. Yanî berpirsyariya dewletê rastêrast di vê bûyerê de heye. Ji bo wê jî divê berpirsyarî nedin ser milê walî tenê û pergal bixwe berpirsyar e. Her wiha divê bûyerên Rojîn Kabaîşê û gelek jinên bi vî awayekî guman hatinê qetilkirin jî bê ronîkirin û berpirs bên cezakirin. Heta di van dosyayan de jî edalet pêk were têkoşîna me dê bidome. Roja Çarşemî jî ji bo Gulîstan Dokuyê û hemû jinên bi awayekî bi guman hatinê qetilkirin komîsyonek bê avakirin, em ê peşniyarê li Meclise bikin.”

‘Mirina Îlayda Zorluyê ronî bikin’

Gulîstan Kiliç Koçyigit derbarê 79 ciwanên li Enqereyê ji ber mirina bi guman a Îlayda Zorlu ku hat gotin ku bi çeka bavê xwe ya polîs xwe kuştiye derketina kolanan û hatine binçavkirin jî ev tişt gotin: “Nehiştine parêzer bi ciwanan re hevdîtinan bikin. Ciwan di binçavkirinê de rastî binpêkirinên mafan hatinê. Divê ew ciwan demildest bên berdan, mirina Îlayda Zorluyê bê ronîkirin û edalet pêk were.”

‘Ji bo çêkirina qanûnan berpirsyarî ya desthilatê ye’

Gulîstan Kiliç Koçyigit pirsa li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatiye kirin jî wiha bersivand: “Li gor daxuyaniyên desthilatê di meha Nîsanê de qanûn de bihata çêkirin lê heta niha tu hewldan tune ne. Ji bo pêşveçûna pêvajoyê hewcehî bi çêkirina qanûnan heye. Ji bo wê jî pêwîstî bi werekiyê heye. Bi hincetên cuda cuda taloqkirina çêkirina qanûnan ne rast e. Em jî berpirsyarên dewletê bi bîr dixînin û desthilat divê ji bo çêkirina qanûnan amadekariyan bike. Em hevî dikin di demen pêş de qanûn bên çêkirin lê heta niha derbarê mijarê de ji me re tiştek nehatiyê gotin.”

Etîket: dosyeya Gulistan DokuÎfadeya WalîÎlayda ZorlûronîkirinSuleyman Soylu
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Jinan bertek nîşanî mirina Îlayda Zorlu da: Kujer malbat û dewlet e

Jinan bertek nîşanî mirina Îlayda Zorlu da: Kujer malbat û dewlet e

21 NÎSAN 2026
Suzan Îşbîlen: Kiştişê Gulîstan de gişta dewlete est a

Di doza Gulistan Doku de delîl, guman û hêviyên nû

19 NÎSAN 2026
Hovîtiya ku anîne serê Gulistanê deşîfre dibe: Vîdeoya ku qala cînayetê dike dan dozgeriyê

Hovîtiya ku anîne serê Gulistanê deşîfre dibe: Vîdeoya ku qala cînayetê dike dan dozgeriyê

18 NÎSAN 2026
Suzan Îşbîlen: Kiştişê Gulîstan de gişta dewlete est a

Hat xwestin ku lêpirsîna dosyeya Gulistan Doku were berfirehkirin

18 NÎSAN 2026
Tuncay Sonel birin Erziromê

Tuncay Sonel birin Erziromê

18 NÎSAN 2026
Ji Îzmîrê banga edaletê: 18 meh in rastiya Rojîn Kabaîş tê veşartin

Ji Îzmîrê banga edaletê: 18 meh in rastiya Rojîn Kabaîş tê veşartin

27 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Parêzerê doza Kalkan: Tevî ku delîlên berbiçav hene jî dadgeh biryara girtinê nade

    Parêzerê doza Kalkan: Tevî ku delîlên berbiçav hene jî dadgeh biryara girtinê nade

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rewşa Girtîgehan: Îzolasyoneke demdirêj tê sepandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Lîsa Çalan: Têkoşîna me ya ji bo aştiyê dê berdewam bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Bostana Komuna Jinan a Bajarê Nû firingî û rihan hatin danîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 4ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sirri Sakik bi Serokkomar Erdogan re hevdîtin pêk anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Temellî: Divê demildest şert û mercên azad ên birêz Ocalan pêk werin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Siyasetmedar û nivîskar Mahmut Alinak hate girtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji nêzîkatiya ‘hevalane’ ber bi gefan ve: Li Îzmîrê tora sîxuriyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saziyên maf û hiqûqê danezan şandin: Mafê Hêviyê bînin rojeva xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (100)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne