Di doza Gulistan Doku de bi derketine delîl û pêşketinên nû li aliyekê hêviya bi cihanîna edaletê mezin dibe û li aliyê din jî gumana, “gelo dê ev pêvajo bi awayek durist bê meşandin” berdewam dike.
Di lêpirsîna derbarê aqûbeta xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku ku di sibeha 5ê Çileya 2020an de li Dêrsimê winda bibû de, pêşketinên nû û balkêş rû didin. Dosyaya ku demeke dirêj li ser îdiaya xwekujiyê dihat meşandin; bi agahî û îfadeyên şahidan ên nû, bi gumana kuştina bi qesdî û sûcê organîze ji nû ve tê lêkolînkirin.
Di pêvajoya ku bûye sedem dosya bi salan bi pêş ve neçe de, îhmalên di navbera saziyên cuda de û destwerdanên gengaz dibin mijara nîqaşê. Bi pêşketinên dawî re, çarçoveya lêpirsînê jî hatiye berfirehkirin.
Tora sûc ji mala Waliyê dirêjî edliyeyê dibe
Di qonaxa dawî ya lêpirsînê de, îdiayên derbarê Waliyê Dêrsimê yê wê demê Tuncay Sonel û kurê wî Mustafa Turkay Sonel de ketin rojevê. Îfadeyên şahidan û hin daneyên dîjîtal ên ku hatine bidestxistin, nîşan didin ku di dema bûyerê de di navbera hin kesên diyarkirî de têkilî hene. Tê diyarkirin ku bi taybetî bi lêkolînkirina têkiliyên bi Zaynal Abarakov re, di dosyayê de rêyeke nû vebûye û ev rewş dikare bandoreke mezin li ser pêvajoya ronîkirina bûyerê bike.
Şopên dîjîtal hatine jêbirin
Di nirxandinên derbarê dosyayê de, muameleyên ku li ser daneyên dîjîtal û hin qeydan hatine kirin balê dikişînin. Piştî windabûna Gulistan Doku, lêkolînên li ser qarta SIM û daneyên dîjîtal ên ku dest dabûn, didomin. Her wiha îdiayên ku dibe hin dane hatibin jêbirin bi hûrgulî tên lêkolînkirin. Di heman demê de, kêmasiyên di qeydên nexweşxaneyê û dîmenên kamerayên ewlehiyê de jî di çarçoveya lêpirsînê de tên nirxandin û ev yek gumana “veşartin û reşkirina delîlan” tîne rojevê.
Îdiaya guhertina gorê
Di hin îfadeyên şahidan ên di lêpirsînê de cih digirin de, tê destnîşankirin ku bûyer ne xwekujî ye. Di vê çarçoveyê de, tê ragihandin ku li herêmên ku tê texmînkirin bûyer lê qewimiye xebatên lêgerîn û kolandinê dest pê kirine. Yekîneyên rayedar, li ser agahiyên ku bi dest xistine lêkolînên xwe li deverên diyarkirî kûr dikin û ji bo ku hemû aliyên bûyerê werin ronîkirin xebat berdewam in.
Zirxê burokratîk û lêgerîna edaletê
Di çarçoveya lêpirsînê de tê diyarkirin ku hin kesên ku xizmên gumanbaran jî di nav de ne, hatine girtin. Nîqaşên zirxê destnedayînê yên ku demeke dirêj e di dosyayê de tên rexnekirin, ji nû ve derketine pêş. Ji bo raya giştî gelekî girîng e bê ka wê îdiayên derbarê Walî Tuncay Sonel û kurê wî Mustafa Turkay Sonel de di pêvajoya lêpirsînê de çawa bên nirxandin.
Daxwaza berfirehkirina lêpirsînê
Ev pêşketinên ku di dosyayê de piştî zêdetirî 6 salan rû dane, hêviyên ji bo ronîkirina heqîqetê zêde dikin. Pirsa “Gulistan Doku li kuderê ye?” ya ku bi salan e tê pirsîn, êdî cihê xwe ji daxwaza lêpirsîneke berfireh a li ser pirsên “bûyer çawa qewimiye, kî berpirsiyar in û gelo di vê pêvajoyê de îhmalên zanebûnî hene an na?” re hiştiye.
Berê tîran li Soylu ye
Bi derketina delîlên nû daxwaza berfirehkirina lêpirsînê jî mezin dike. Ji ber ku ev bûyer û gelek bûyerên bi vî awayî di dema Wezîrê Karên Hundir a berê Suleyman Soylu de pêk hatin, niha cardin berî tîran vegeriya Soylu. Gelek siyasetmedar, rêxistinên civakî û saziyên mafê mirovan daxwaza lêpirsînek ku Suleyman Soylu jî digire nav xwe, dikin.













