Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de, parêzerê malbatê Alî Çîmen ji bo hin kesên din jî daxilî lêpirsînê bên kirin, serî li dozgeriyê da.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezoptamyayê; di lêpirsîna derbarê windabûna xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê ya Dêrsimê Gulistan Doku de, serlêdaneke nû hat kirin. Parêzerê malbata Dokuyê, Alî Çîmen, daxwaznameyek da Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê. Di daxwaznameyê de hat xwestin ku hin kesên din jî daxilî lêpirsînê bên kirin û karên îfadeyê ji nû ve bên kirin.
Parêzer Çîmen di daxwaznameyê de diyar kir ku gumanbarê firar Ûmût Altaş, bi rizaya xwe hevdîtineke bidîmen bi birayê xwe Sîdar Altaş re kiriye û di hevdîtinê de hin îdiayên têkildarî dosyeyê de ketine rojevê.
Di daxwaznameyê de hat xwestin ku Ecrîm Çelebî daxilî lêpirsînê bê kirin û Ûgûrcan Açikgoz dîsa bê binçavkirin û têkildarî parêzvan û malê de îfadeya wî bê girtin. Her wiha hat xwestin ku parêzvanekî nasnameya wî nehatiye diyarkirin jî daxilî lêpirsînê bê kirin.












