Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi lêv kir ku ji pergala perwerdehiyê heta aborî, siyaset û civakê rizandinek heye û got: “Helbet li dijî vê yekê em ne bêçare ne. Em hemû kesên bindest werin cem hev em dikarin pirsgirêkan çareser bikin. Em bi hevî ne û em ê vê rewşê biguherînin.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di komcivîna partiya xwe de li Meclîsê axivî.
Tuncer Bakirhan di destpêka axaftina xwe de ji bo lehiya li Sêrtê û navçeya wê Misircê rabû ji xelkê herêmê re selametiyê xwest û bang li saziyên dewletê kir ku pirsgirêkên welatiyan çareser bikin.
Tuncer Bakirhan bertek nîşanî binçavkirina karkerên madenê ku ji bo heqê xwe li ber Wezareta Enerjiyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û vê sibe polîsan êrişî wan kiribû û 110 karker hatibûn binçavkirin da û got: “Karkerên madenê ku li şirketa Dorukê dixebitin ji bo nikarin pereyên xwe bigirin dest bi çalakiyê kirin. Li şûna ku li daxwazên karkeran guhdar bikin wan binçav dikin. Divê karker bên berdan û pirsgirêka meaşê wan jî bê çareserkirin. Em her dem li ba karkeran in û bi wan re di nava piştgiriyê de ne.”
‘Civakê û perwerdehiyê rizandin e’
Tuncer Bakirhan bal kişand ser êrişên li dijî dibistanên li Siwêregê û Mereşê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em hemû pir xemgîn in. Careke din ji bo yên jiyana xwe ji dest dane ji malbatan re sersaxî dixwazin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin. Lê em tenê nikarin xemgîn bibin. Divê em li çareseriyê bigerin. Ev êriş encamên pergala ku berpirsyariyên xwe bi cih nayîne ye. Çimkî ev pergal newekheviyê ava kiriye. Ev pergala hov civak ji hev qut kiriye. Em hemû kes ketine derdê şexsê xwe. Kes bi derdê kesî re eleqedar nabe. Ev jî dibe sedema rizandina civakê. Vê desthilatê civak anî vê rewşê. Birçîbûn, xîzanî, betaliya ciwananan û pergala perwerdehiyê pirsgirêkan bi xwe re tîne. Pergala perwerdehiyê bûye amûra teşedayîna civakê. Desthilat ji bo birdoziya xwe li ser civakê ferz bike bi perwerdehiyê dilîze. Weke DEM Partiyê em pergaleke wekhev, demokratik, azad û bi zimanê dayikê dixwazin. Her wiha zarok êdî bi hêsanî dikarin xwe bigihînin tiryakê. Lê desthilat vê rewşe asteng nake. Tundî êdî di nava civakê de rewa bûye. Bi rêzefilman; zarokan hînî tundiyê dikin. Di pergaleke wisa de zarok jî komkujiyên bi vî rengî pêk tînin. Ev encama polîtikayên bêcezahiştinê û bicihneanîna berpirsyariyê ye. Yek jî pirsgirêka mezin xwegihandina çekan e. Li gor hejmarên ne fermî di navbera 10-30 milyonan de çek di destê welatiyan de ne. Ev jî pêşiyê li sûcên bi vî rengî vedike. Divê biçekbûna şexsî wisa hêsan nebe.”
Bang li Numan Kurtulmuş kir
Tuncer Bakirhan di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku divê ji van pirsgirêkan re çareserî bê dîtin û wiha pê de çû: “Desthilat neke jî divê em li çareseriyê bigerin. Ji bo vê ez bang li Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş dikim; bi beşdariya serokên giştî yên hemû partiyên siyasî em li ser masayeke werin cem hev û li çareseriyan bigerin. Canê zarokên me ne erzan e. Berpirsê vê rewşê desthilat e. Lê tu kes berpirsyariyê nagire ser milê xwe. Li welatên cîhanê gelek mînak hene dema pirsgirêkek diqewimin, çawa wezîrên wan welatan îstîfa dikin. Lê li Tirkiyeyê çi bibe jî kes îstîfa nake. Li dibistanan binêrin; paqîjî tune ye. Ewlehî tune ye. Wezîrê Perwerdehiyê Yusuf Tekîn berpirs e û divê îstîfa bike. Desthilat jî tişta ku dikeve ser milê wê divê bike. Em jî weke muxalefetê divê çi bikeve ser milê me em bikin. Weke DEM Partiyê em soz didin ku em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin. Pirsgirêkên perwerdehiyê ji aborî û siyasetê qut nîn in. Helbet çareseriyên bingehîn hewce ne. Lê dikarin di dibistanan de piştgiriya derûniyê bidin zarokan. Lê ji bo vê yekê pir kêm mamoste hatine tayînkirin. Her wiha di dibistanan de divê pergala perwerdehiyê ku zarokan nake peşbaziyê, bi zimanê dayikê û perwerdehiyek wekhev dide û dijberiyê li pêş nexe pêk were.”
Lêpirsîna qetilkirina Gulistan Doku
Tuncer Bakirhan derbarê dosyeya qetilkirina Gulistan Doku de jî diyar kir ku pêşketina di dosyayê de bi têkoşîna jinan û malbatê pêk hatiye û wiha axivî: “Em têkoşîna jinan silav dikin. Dosyeya Gulistan Doku jî rizandina darazê nîşan dide. Walî û qeyimê wê demê bûyer veşartiye. Em hêvî dikin ku hemû kujer ji aliyê dadgehên serbixwe ve werin cezakirin û li hesabê qetilkirina Gulistan Doku bê pirsîn. Li şûna ku bajêr û xelkê wê biparêze rabûne Gulistanê kukştine û winda kirine. Walî tiştên herî biha û luks ji kurê xwe re kiriye. Her wiha bûyerên Rojîn Kabaîş û Rojwelet Kizmaz jî divê bên ronîkirin û kujer bên cezakirin.”
‘Em bi hêvî ne, em ê bi ser bikevin’
Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku divê desthilat dev jî zimanê dijbertiyê berde û axaftina xwe wiha domand: “Divê hiqûq û demokrasî pêk were. Normalbûna siyasetê, pêkanîna hiqûq û demokrasiyê dikare pêşî li rizandina civakê bigire. Di navbera dewlemend û xizanan de ferqek mezin heye. 20 milyar dolar di 3 mehan de ji kesên faîzxwar re çûne. Ji kedkaran re pere tune ne lê ji wir re heye. Bi wan pereyan dikarin ewlehiya dibistanan mîsoger bikin û welatî jî dikaribin debara xwe bikin. Helbet li dijî vê yekê em ne bêçare ne. Em hemû kesên bindest werin cem hev, em dikarin pirsgirêkan çareser bikin. Em bi hêvî ne û em ê vê rewşe biguherînin. Niha li pêşiya me 1ê Gulanê heye. Divê em hemû kesên bindest û karker li qadan daxwazên xwe bînin ziman. Em dibêjin; Bijî Yekê Gulan.”
‘Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz be’
Tuncer Bakirhan 22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî jî bi bîr xist û ev roj li rojnamegerên Kurd pîroz kir û got: “Ji Apê Mûsa heta Gurbetellî Ersoz, Ferhat Tepe, Hafiz Akdemîr, Nazim Daştan, Cîhan Bîlgîn, Nagehan Akarsel û hemû pênûsên Kurd ku berdelên mezin dan û niha ne di nav me de ne, lê em bi rêzdarî wan bi bîr tînin. Rojnamegerên ku bi pênûs û kameraya xwe li pey heqîqetê ne jî cejna wan a karkeran 1ê Gulanê pîroz be.”













