Komîsyona Girtîgehan a ÎHDa Stenbolê rapora xwe ya 3 mehan a derbarê “Binpêkirina Mafan ên li Girtîgehên Herêma Marmarayê” de eşkere kir û hate diyarkirin ku hezar û 602 binpêkirin hatine tespîtkirin.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê rapora xwe ya mehên Çile, Sibat û Adarê ya “Binpêkirina Mafan ên li Girtîgehên Herêma Marmarayê” li avahiya xwe ya Beyogluyê eşkere kir. Endam û rêveberên komîsyonê tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHDa Stenbolê Meral Nergîs Şahîn ve hate xwendin.
Hejmara binpêkirinan zêde dibe
Meral Nergîs Şahîn destnîşan kir ku piştî 1ê Nîsanê di 402 girtîgehan de 414 hezar 401 girtî hene û got: “110 hezar 339 girtî zêdeyî kapasîteyê girtîgehan tên girtin. Rapora me ya binpêkirina mafê girtiyan a Herêma Marmarayê, mehên Çile, Sibat û Adarê bi lêkolînên me ev rapor hatiye amedekirin. Di 3 mehan de ji şaxa me re 8 jê li Herêmên Marmarayê, ji 14 girtîgehan serlêdan hatine. Di vê raporê de 59 serlêdan ji herêma Marmarayê hene. Di meha Çileyê de 13, di Sibatê de 25, di Adarê de 27 bi giştî 65 serlêdan hatie kirin. Di van serlêdanan de jî 13 jin, 52 mêr, 2 biyanî bûn. 10 serlêdan edlî, 55 serlêdan jî ji aliyê girtiyên polîtîk ve pêk hatin. 65 binpêkirin bi serlêdanên ji me re, hezar û 525 binpêkirin jî ji aliyê me, 77 binpêkirin jî di çapemeniyê de hatine tespîtkirin. Bi giştî hezar û 602 binpêkirin hatine tespîtkirin.”
‘Rewşa girtiyan her ku diçe dijwartir dibe’
Meral Nergîs Şahîn anî ziman ku her ku diçe hejmara girtiyan zêde dibe û ev yek anî ziman: “Bi zêdebûna girtiyan re jî binpêkirina mafên girtiyan jî zêde dibin. Di rapora me de 5 binpêkirinên mafê jiyanê, 470 îşkence, 255 binpêkirinên mafên tenduristiyê, 529 binpêkirinên mafê xwegihandina xwarin û vexwarinê, 162 binpêkirinên mafên ragihandinê, 82 binpêkirinên mafê wekheviyê hat tespîtkirin. Li dijî van binpêkirina jî 9 heb çalakiyên greva birçîbûnê hatine tespîtkirin. Rewşa girtiyan her ku diçe dijwartir dibe. Di girtîgehan de mafê girtiyan tên binpêkirin. Rojnameyên muxalîf nadin girtiyan. Sirûda nijadperest bi darê zorê bi girtiyan tê guhdarîkirin. Girtiyên Kurd ji bo Kurdbûyîna xwe rastî êrişan tên.”













