Danasîna sepana JIN MAPê a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi armanca bersivdayîna pêdiviyên ewlehiyê yên jinan pêş xistiye, hate kirin.
Lansmana bernameya JIN MAPê ku Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan û Serokatiya Daîreya Zanînkirariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi persepktîfa “Bajarê Jinan” bi pêş ve biriye, li oteleke bajêr hat lidarxistin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li dijî bêewlehî û newekheviya ku jin li qadên giştî pê re rû bi rû dimînin, di çarçoveya “bajarê jinan” de gaveke dîjîtal avêt. Di heman lansmanê de hat destnîşankirin ku divê polîtîkayên azadîxwaziya jinan di rêveberiyên xwecihî de bên bihêzkirin.
Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan Ozden Gurbuz Sumer a ku di lansmanê de axivî, diyar kir ku Serokatiya Daîreya Jinan bi armanca ku jin karibin di hemû qadên jiyanê de jiyaneke wekhev, azad û ji tundiyê dûr ava bikin xebatên piralî dimeşînin û wiha got: “Ev xebatên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya me ve tên meşandin, li gorî feraseta rêveberiya xwecihî ya ku tê de jin ne tenê wergirên xizmetê ne, di heman demê de kirdeyên çalak ên pêvajoyên hilberînê û veguherîna civakî ne, tên pêşxistin. Ev xebatên ku piştevaniya jinan mezin dikin, piştgiriyê didin keda jinan û newekheviyên ku jin di qadên cihêreng ên jiyanê de rû bi rû dimînin xuyanî dikin, di nava çarçoveyeke polîtîk a yekgirtî ya ku armanc dike wekheviya zayenda civakî ya li qada xwecihî bihêz bike de tên domandin. Ev xebatên ku şaredariyên me di qada polîtîkayên jinan de meşandine, di nav 2 salan de xeteke girîng ava kiriye. Wekî hûn jî dizanin, me di demeke nêz de agahiya ‘Bajarê Jinan’ ragihandibû. Wekî ku me di deklarasyona xwe ya bajarên jinan de jî diyar kiribû; armancên me yên wekî ji nû ve verastkirina park, rawestgeh û rêgehên şevê li gorî tecrubeya jinan, derxistina nexşeyên ewlehiyê yên herêmên bimetirsî bi rêya daneyan û pêşxistina platformên dîjîtal ên hevpar ên ku tê de ji bo qadên bêewle yên di nava bajêr de ragihandin bikaribin bên kirin û xizmetên giştî bikaribin bên şopandin, hebûn.”
Li Amedê gava dîjîtal a bi mebesta jinan
Ozden Gurbuz Sumer destnîşan kir ku platforma piştgiriyê ya dîjîtal a li ser bingeha nexşeya JIN MAPê ku bi armanca bersivdayîna pêdiviyên ewlehiyê yên jinan hatiye pêşxistin, ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve ketiye xizmetê û wiha pê de çû: “Vaye îro, em tam ji bo pêkanîna vê armancê gaveke girîng diavêjin. Sepana JIN MAPê platforma piştgiriyê ya dîjîtal a li ser bingeha nexşeyê ku ji bo pêdiviyên ewlehiyê yên jinan hatiye pêşxistin e. Em difikirin ku di avakirina bajarê jinan de dê bibe xizmeteke krîtîk, em li pêşberî we didin destpêkirin. Di qonaxa afirandina sepanê ya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Teknolojiyên Agahdariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatiye pêşxistin de, bi Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan re hevkariyeke xurt hatiye pêkanîn. Ez dixwazim li vir, di serî de spasiyên xwe pêşkêşî Seroka Daîreya Teknolojiyên Agahdariyê Berçim Ayte û hemû hevalên me yên ku keda wan di vê daîreyê de heye bikim, ku wan xebateke bi vî rengî girîng pêkan kirin.”
Ji bo JIN MAPê piştgiriya navneteweyî: Ji bo bajarên dostên jinan gava hevpar
Ozden Gurbuz Sumer anî ziman ku sepana JIN MAPê ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêş xistiye, di çarçoveya Bernameya Bajarên Dostên Jinan de piştgiriya navneteweyî wergirtiye û wekî modelekê derketiye pêş ku dê ji şaredariyên din re bibe mînak. Ozden Gurbuz Sumer axaftina xwe wiha bi dawî kir: ”Wekî ku hûn jî dizanin Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di faza 3yemîn a Bernameya Bajarên Dostên Jinan de cih digire, ku ev bername bi piştgiriya fînansî ya Yekîtiya Ewropayê, bi hevkariya Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê û bi sepîneriya Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) hatiye destpêkirin. Pisporên UNFPAyê yên ku di vê bernameyê de hevkarên me yên herî xurt in, qîmeteke mezin dan sepana me ya JIN MAPê ku me bi hêza xwe ya cewherî pêk aniye. Wan derfet çêkir ku em sepanê ji 24 şaredariyên din re bidin naskirin û ji bo pergala bi tendurist bimeşe piştgiriya xwe pêşkêş kirin. Em careke din spasiya wan dikin.”
Piştî axaftinê danasîna sepana JIN MAPê hat kirin.














