• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
08 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dayikên Aştiyê giliyê Rahmî Koç kirin

    Dayikên Aştiyê giliyê Rahmî Koç kirin

    ÎHD: Ji ber greva birçîbûnê rewşa Seda Baykan ne baş e

    ÎHD: Ji ber greva birçîbûnê rewşa Seda Baykan ne baş e

    Kemîna patron û MEBê: MESEM û MTAL

    Kemîna patron û MEBê: MESEM û MTAL

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Komar wiha nameşe’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Komar wiha nameşe’ derket

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 8ê HEZÎRANA 2026an

    Ciwanan li dijî şerê taybet bername li dar xist

    Ciwanan li dijî şerê taybet bername li dar xist

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Dayikên Aştiyê giliyê Rahmî Koç kirin

    Dayikên Aştiyê giliyê Rahmî Koç kirin

    ÎHD: Ji ber greva birçîbûnê rewşa Seda Baykan ne baş e

    ÎHD: Ji ber greva birçîbûnê rewşa Seda Baykan ne baş e

    Kemîna patron û MEBê: MESEM û MTAL

    Kemîna patron û MEBê: MESEM û MTAL

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Komar wiha nameşe’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Komar wiha nameşe’ derket

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 8ê HEZÎRANA 2026an

    Ciwanan li dijî şerê taybet bername li dar xist

    Ciwanan li dijî şerê taybet bername li dar xist

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tulay Hatîmogullari serdana çalakiya karkerên madenê kir

Enqere / AW

23 NÎSAN 2026 - 14:13
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari serdana çalakiya gireva birçîbûnê ya Karkerên Madenê yên ji bo heqdestê xwe yê nehatiye dayîn di çalakiya gireva birçîbûnê de ne, kir û got ku heta daxwazên karkeran pêk were ew ê di nava piştgiriyê de bin.

Karkerên Madenê yên giredayî Sendîkaya Xweser a Karkerên Madenê yên di şîrketa madenê ya bi navê Dorukê de dixebitîn ji bo heqdestê xwe yê nehatiye dayîn û mafên xwe yên tezmînatê bi dest bixin, ji Eskîşehîrê ber bi Enqereyê ve meşiyabûn, li parqa Kurtuluş a navçeya Çankaya ya Enqereyê çalakiya gireva birçîbûnê didomînin. Karkerên madenê ku piştî di binçavan de hatin berdan dûh li parqa Kurtuluşê çalakiya xwe berdewam kirin û îro jî tevî baranê jî çalakiya domandin. Ji dûh ve serdana partiyên siyasî, saziyên demokratîk û sendîkayên civakî ji bo piştgiriyê çalakiya karkeran berdewam dike. Îro jî zarok û malbatên karkerên madenê jî hatin Enqereyê û karkerên madenê bi malbatên xwe ve çalakiyê didomînin. Karkerên madenê bi malbatên xwe ve di bin baranê de bi dovîzên daxwazên wan li ser dinivisînin çalakiya xwe didomînin.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari bi parlamenter Burcugul Çubuk, Ferît Şenyaşar, Îbrahîm Akin, Huseyîn Ogan û Celal Firat ve jî ji bo piştgiriyê serdana çalakiya karkeran kir. Tulay Hatîmogullari ji aliyê karkeran ve bi çepik û berzkirina dirûşmeyan hat pêşvazîkirin. Serokê Sendîqaya Xweser a Karkerên Madenê Gokay Çakir jî xêrhatina Tulay Hatîmogullari kir û anî ziman ku heta daxwazên wan pêk weren ew dê çalakiya xwe bidomînin û wiha got: “Li Enqereyê 2 caran em hatin binçavkirin. Em ji bo daxwazên xwe hatin Enqereyê. Em îro ji bo bidestxistina heqdestê xwe çûn şîrketa Yildiz û li wir hevdîtin kir. Lê daxwazên me nehatin qebûl kirin. Îro 23ê Nîsanê ye. Zarokên me şuna di dibîstanan de bin li vir bi me re di nava çalakiyê de ne. Heta daxwazên me bi cih werin em ê çalakiya xwe bidomînin.”

‘Em ê bi hev re li ber xwe bidin’

Tulay Hatîmogullari jî diyar kir ku ew ê wek DEM Partî hertim bi karkeran re di nava piştgiriyê de bin û wiha axivî: “Binçavkirina karkerên heqe xwe digerin bê edaletiyeke mezin e. Destilatê bi vê yekê nîşan da ku ew ne li cem karkeran e lê li rex sermayedaran e. Em wek DEM Partî dê heta dawiyê li rex karkeran bin. Em ê bi hev re li ber xwe bidin. Çi pêwîstê em ê bikin. Li parlamentoyê jî daxwazên wê bînin ziman. Ji bo ew berxwedan bigeheje serkeftinê em ê jî em ê bi hev re têbikoşin. Parlamenterên me jî hertim li cem we ne. Çi pêwîstî hebe jê re bejin û em li parlamentoyê bînin ziman.”

Çalakiya îro bi berzkirina dirûşmên, “Em karker in, mafdar in û dê biserbikevin”, “Şîrketan neparêze heqê me bidin” û “Em hatin heqe xwe bigirin” bi dawî bû.

Etîket: Burcugul Çubukçalakiya birçîbûnêCelal FiratFerît ŞenyaşarHevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay HatîmogullariHuseyîn OganÎbrahîm AkinKarkerên madenêpiştgiri
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hevserokên DEM Partiyê nameya ‘Mafê Hêviyê’ ji Komîteya Wezîran re şand

Hevserokên DEM Partiyê nameya ‘Mafê Hêviyê’ ji Komîteya Wezîran re şand

5 HEZÎRAN 2026
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

5 HEZÎRAN 2026
Karkerên madenê careke din dest bi çalakiyê kir

Karkerên madenê careke din dest bi çalakiyê kir

4 HEZÎRAN 2026
Karkerên madenê: Baweriya me bi rayedaran nayê

Karkerên madenê: Baweriya me bi rayedaran nayê

1 HEZÎRAN 2026
‎Li Wezaretê civîna karkerên madenê didome

‎Li Wezaretê civîna karkerên madenê didome

1 HEZÎRAN 2026
Li Cizîrê şeva hevgirtinê ya ÎHDê

Li Cizîrê şeva hevgirtinê ya ÎHDê

21 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Gihiştina civaka demokratîk bi demokrasiya herêmî pêkan e

    Abdullah Ocalan: Gihiştina civaka demokratîk bi demokrasiya herêmî pêkan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Mafê hêviyê xaleke azadiyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mor Barîkat û Barîkat Ege: Jinên Kurd nabin mijarê pêkanokan, dibin lehengên destanan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 8ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kemîna patron û MEBê: MESEM û MTAL

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê destkeftiyan bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadiyê biparêzin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ÎHD: Ji ber greva birçîbûnê rewşa Seda Baykan ne baş e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Akademîsyen Yegen: Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê statuya Ocalan bê diyarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinan li Amedê bang kir: Em ê bersiva herî xurt bidin nijadperestan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (224)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne