Di bin banê Wezareta Dadê de “Serokatiya Daîreya Lêkolîna Sûcên Kiryar Nediyar” hat damezirandin.
Li ser navê Midûriyeta Giştî ya Karên Cezayê ya Wezareta Dadê, 7 serokatiyên daîreyan ên cuda hatin avakirin. Ev serokatiya nû ya bi navê “Serokatiya Daîreya Lêkolîna Sûcên Kiryar Nediyar”, dê di lêpirsînên der barê sûcên kiryarên wan ne diyar de, koordînasyona di navbera yekîneyên lêpirsînê de dabîn bike.












