Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de kurê Waliyê Dêrsîmê yê berê Tuncay Sonel, Mustafa Turkay Sonel hat girtin.
Di çarçoverya lêpirsîna Gulistan Doku de der barê kurê Waliyê Dêrsimê yê berê Tuncay Sonel, Mustafa Turkay Sonel biryara girtinê hat dayîn. Kiryar Mustafa Turkay Sonel ku piştî îfadeya wî ya li dozgeriyê sewqê Dadgeha Cezayê Sulhê hat kirin û bi sûcê “mirina bi zanebûn” ve hat girtin.
Di dosyeyê de hejmara girtinan bû 10 kes.
Waliyê Dêrsimê yê berê Tuncay Sonel û serbijîşkê Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê Çagdaş Ozdemîr hîn jî di binçavan de ne.













