Li Mersînê şîna endamê HSDê Mehmet Emîn Acar ê ku di êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dabû, bi girseyî hate ziyaretkirin.
Endamê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mehmet Emîn Acar (Reşîd Herekol), di 18ê çileyê de di encama êrişên komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê û HTŞ-DAIŞê de li bajarê Dêrazorê jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Acar, li navçeya Akdenîz a Mersînê li ber mala xwe şîn danîn.
Bi pêşengiya Şaxa MEBYA-DER a Mersînê, Platforma Saziyên Demokratîk a Mersînê û gelek welatiyan bi girseyî serdana şînê kirin. Girseya gel li ber avahiya MEBYA-DERê kom bû û heta ber mala malbata Acar meşek pêk anî. Di meşê de dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Di şînê de, di şexsê Mehmet Emîn Acar de ji bo hemû kesên ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê, girseyê sersaxî da malbata Acar û duayên xwe kirin.













