Hevdîtina Ciwanan a Navenda Bîrê û Komeleye Aryen Huner bi hev re li dar xistine bi dawî bû.
Navenda Bîrê û Komeleya Aryen Hunerê 5emîn Hevdîtinên Ciwanan ên Herêmî li Wanê li dar xistin. Çalakiyên li bajêr 2 rojan dom kirin. Ji Kurdistan û Tirkiyeyê gelek nûnerên saziyên sivîl tevlî hevdîtinê bûn. Di hevdîtinê de pêşkeşî hatin kirin. Li ser bîra bajêr, vegotinên bîra bajêr hatin lidarxistin û ciwan bi awayeke hevrû çavdêrî û tecruberên xwe nîqaş kirin. Herwiha ji demên borî ber bi îro ve komkujiyên li herêmê hatine kirin, mîrateya ji rojên berê ji gel re hatine hiştin jî hatin gotûbêjkirin. Hevdîtin bi parvekirinên serborî û çavdêriyên ciwanan li Wan û herêma Serhedê, bi awayeke hevpar hatin axaftin û parvekirin.
Çalakiya dawî ya bîrê bû Komxebata Weşanê ya Lînolê.
Komxebat bi çepikan bi dawî bû.













