Serokwezîrê Iraqê biryar da tezmînata qurbaniyên êrişa Amerîka, Îran û komên çekdar yên li ser Iraq û Herêma Kurdistanê bide.
Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokwezîrtiya Iraqê têkildarî qurbaniyên êrişan daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniyê di civîna îro ya li Meclisa Parlamenteran de biyar hatiye dayîn ku budceyeke ji bo malbatên şehîd û birîndarên ew êrişên leşkerî hatiye veqetandin ku vê dema dwaî li ser xaka Iraqê pêk hatiye.
Li gorî biryarê ev tenzîmat wê hemû ew kesên di êrişan de ziyan ketiyê bigire nava xwe û heman demê Herêma Kurdistanê jî bigire nava xwe.
Di şerê navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê ya qasî 40 roj dewam kir de, di sedan êriş li ser Iraq û Herêma Kurdistanê ji aliyê Îran û komên ser bi wê ve hate kirin. Di van êrişan de gelek kes şehîd û birîndar bûne.
Di van êrişan de partî û welatiyên Rojhilatê Kurdistanê jî bûne qûrbanî. Lê diyar nîne gelo ev biryar ji bo van jî derbasdare an na.












