Li gorî Neteweyên Yekbûyî ji destpêka şer û vir ve Rejîma Îranê herî kêm 21 girtî darve kirin, zêdetirî 4 hezar kes jî binçav kirin.
Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji destpêkirina şerê li Rojhilata Navîn û vir ve li Îranê binpêkirina mafên mirovan zêde bûye. Di daxuyaniyê de hate gotin piştî êrişên hevpar ên Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ku dawiya meha Sibatê destpê kirin, zext giran bûn. Li gorî vê yekê, 9 kes bi hinceta tevlîbûna li çalakiyên şermezarkirinê yên Çileya 2026an, 10 jê bi îdîaya ku pêwendiya xwe bi komên muxalîf hebû û 2 kes jî bi sûcdariya sîxuriyê hatin darvekirin.
Hate ragihandin ku di heman demê de zêdeyî 4 hezar kes jî bi sûcdariyên “Têkildarî ewlekariya neteweyî” hatin binçavkirin. NY diyar kir ku ev bûyerên li Îranê diqewimîn ji aliyê mafên mirovan ve bû cihê metirsiyeke girîng.













