Hevseroka DBPê Çîgdem Kiliçgûn Ûçar di mitînga 1ê Gulanê ya li Amedê de axivî, diyar kir ku keda ku wan îro li ser pêyan digire û têkoşînê her zindî dihêle tekoşîna komînê ye û got: “Pêvajoya civaka demokratîk dibêje; ne dema parçekirinê ye, dema komunbûnê ye; dema avakirina nexşerêya jiyana me û nîqaşên têkildarî jiyana me ye.”
Di pêşengtiya KESK, DÎSK, TMMOB, TTB û Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê bi boneya 1ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran Cîhanê li Qada İstasyonê ya Amede mitîng hat li dar xistin. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk a Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya KESKê Erdal Karakûş, Hevserokê Şaxa Duyemîn a DÎSK Genel İşê ya Amedê Behçet Barût, Tevgera Jinan Azad(TJA), rêxistinên DEM Partî û DBPê yên Amedê, Saziyên sivîl ên bajêr di nav de bi hezaran karker û kedkar tev li mitîngê bûn. Girseya ku ji du aliyan ve kom bû bi kortejê ber bi Qada Îstasyonê ku mitîng lê hate lidarxistin ve meşiya. Saziyên ku kortej ava kirin, bi pankartên “Em ê bi têkoşîna xwe ya rêxistinkirî civaka demokratîk ava bikin”, “Ev pergal wiha nemeşe, em ê bi hev re biguherînin”, “Ruhê şoreşgerî yê 1ê Gulanê riya me ronî dike” û “Keda jinê bi sosyalîzma demokratîk azad dibe” dest bi meşê kirin. Girseyê di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Bijî Yekê Gulan”, “Kar, aştî, nan”, “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin”, “Heq, hiqûq, edalet”, “Jin, jiyan, azadî”, “Em karker in, em bi heq in, em ê bi ser bikevin”, “Bijî berxwedana karkeran” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.
Her wiha, Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û DÎSK Basîn-Îşê jî di kortejê de cihê xwe girtin. Kedkarên Çapemeniyê yên ku bi pankarta “Çapemeniya azad, civaka demokratîk” dimeşiyan, dirûşma “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” berz kirin.
Mîtîng, bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên ku li qadên 1ê Gulanê jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir. Girseyê di dema rêzgirtinê de sirûda “Çerxa Şoreşê” xwend lê polîsan dengê muzîkê vekir. Girseyê li ser vê yekê bertek nîşanî polîsan da û dirûşmên “Şehîd namirin” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” berz kir.
‘Em ê civaka demokratîk bi hev re ava bikin’

Li ser navê Komîteya Amedekar Heval Anahtar Kaya girse silav kir û diyar kir ku avakirina civaka demokratîk ne hêsane û got: “Em ê bi keda xwe civaka demokratîk ava bikin. Ji ber ku demokrasi herî zêde cihê ku ked heye tê avakirin. Li vî welatî talankirina kedê heye. Gelek kedkar bi bûdceyeke biçûk dixebitin. Vî welatî kedkar tenê nayên talankirin di heman demê de ji ber qezayên kar jiyana xwe dest didin. Ew erdnîgarî ji bo şer bi qeyrana aborî re rû bi rû ma. Ji ber vê yekê jî tekoşîna aştiyê ji têkoşîna kedê ne cudatir e. Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hemû kedkaran bingeha kedê dide avakirin. Em ê aştî û civaka demokratîk bi hev re ava bikin”
‘Em amede ne’

Li ser navê jinên kedkar kedkara Şaredariya Bajarê Nû Mûzeyen Sevîm şehîdên 1ê Gulanê bi bîr anî û wiha got: “Em ji bo dengê kedkaran bilind bikin li vir in. Mafên me tên dizîn û ekolojî tê talankirin. Yekîtiya karkeran hêza me ye û azadiya gelan e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi paradigmaya xwe ve jiyaneke nû diyariyê gelan kir. Em ji bo avakirina aştî û civaka demokratîk û jiyaneke bi rûmet amade ne.”
‘Divê dewlet gavan biavêje’

Pişt re Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya KESKê Erdal Karakûş bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û wiha axivî: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan salek berê ji bo aştî û muzakereyên demokratîk banga xwe kiribû. Ji wê rojê heta îro ji bo aştiyeke rastîn û samîmî tu gav nehatine avêtin. Aştî têkoşînek e ku li benda sekinandinê nabe. Em li bendê ne ku desthilat gavan biavêje. Em bi awayekî pir zelal amade ne ku berpirsyariyê bigirin ser xwe, em alîgirê aştiyê ne. Em amade ne ku ji bo aştiyê ked bidin.”
Bertek nîşanî polîsan da

Dû re Hevseroka DBPê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî. Çîgdem Kiliçgun Ûçar bertek nîşanî polîsan da ku bi muzîkê destwerdanî rêzgirtinê kirin û wiha got: “Tehamula wan ji bo rêzgirtinê tune bû. Ma karker, kedkar û gelê Kurd dê têkoşîna xwe nîvco bihêlin? Ma em ê şehîdên xwe ji bîr bikin? Em ê ji bîr nekin. Di vê pêvajoya ku em behsa aştî û civaka demokratîk dikin de, gotinek me tenê ji bo wan kesên ku tehamula bîranîna windayiyên me nakin heye. We gelê Kurd wekî krîmînal nîşan da, lê krîmînal hûn bi xwe ne. Hûn nikarin ji keda gelê Kurd aciz bibin. Hûn ferq nakin lê hûn jî kedkar in, hûn jî di nava vê çerxa mêtingeriyê de debara xwe dikin.”
‘Tişta ku ev welat heq dike ne aboriya hilweşandinê aboriya civakî ye’
Çîgdem Kiliçgun Ûçar destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku pêşiyê li kedxwariyê û şerê tê ferzkirin bigire têdikoşe û paradîgmaya xwe mezin kiriye û wiha berdewam kir: “Hemû hesasiyetên vê demê datînin pêşiya me; rêz û tehamul dualî ye. Me dîrok çawa bi hev re ava kiribe, em dixwazin ji niha û pê ve jî wiha bidomînin. Lê bila ev jî bê zanîn; bîranîna windayiyên me ne tenê li vê qadê ye. Ew her dem di hişê me de û di têkoşîna me de ne. Ji ber ku em bi saya wan îro li vir in. Bi saya wan me ev qad bi hemû gelên xwe re dagirtin.” Çigdem Kiliçgun Ûçar, anî ziman ku li Tirkiyeyê aboriyek nemaye û wiha got: “Heke hebe jî navê wê aboriya hilweşandinê ye. Heke kedkarên ku bi salan keda xwe dane, mecbûrî xebatê tên kirin û di komkujiyên karkeran de jiyana xwe ji dest didin, ev polîtîkaya hilweşandinê ye. Heke li welat gel bi birçîbûn û xizanîyê re rû bi rû hatibin hiştin, ev aboriya hilweşandinê ye. Em dibêjin ku; tişta ku ev welat heq dike ne aboriya hilweşandinê, aboriya civakî ye. Mekanîzmaya ku mûçeyê karkerê ku hemû nirxan hildiberîne diyar dike, nabe ku dewlet û patronên ku ewqasî ji civakê xerîb ketine bin. Birêz Ocalan dibêje: ‘Li ser rûyê dinê yek morî jî birçî û bêkar namîne; mirov çawa bêkar û birçî dimînin?’ Ji bo têkoşîna li dijî vê pergalê, ev hevokeke pir hêsan e lê di heman demê de pir krîtîk e. Nirxên me tên dizîn. Me got polîtîkaya hilweşandinê, lê di heman demê de diziyeke pir mezin heye. Mûçeyê kêmtirîn 28 hezar e lê sînorê xizaniyê 112 hezar lîre ye. Hê neketî berîka wan, tê dizîn. Em ji wan kesên ku vê pergalê bi her awayî diparêzin dipirsin; hûn tiştên ku we ji kedkaran dizîne li ku derê xerc dikin? Hûn kesên herî xîzan bi bacê re rû bi rû dihêlin, hûn bi wan re çi dikin? Hûn xwezaya Kurdistanê pêşkêşî şîrketên biyanî dikin, hûn bi wan re çi dikin? Bersiva tu pirsan nadin, ji ber ku ew bi xwe dixwin.”
Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku keda ku îro wan li ser piyan digire û ronahiya têkoşînê her zindî dihêle, tekoşîna komînê ye û got: “Em ê bi keda jinan komunan ava bikin. Em ê wekî komun, bi hev re bibêjin ‘bes e’ ku ev gel bi birçîbûnê were terbiyekirin. Yanî, em ê paşeroja xwe bi destên xwe, bi hev re ava bikin. Li pêşiya vê tu asteng nîn in.”
‘Dema kombûyînê ye’
Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û wiha pê de çû: “Girêdana pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi hiqûqekê re, ne tenê mijareke ku gelê Kurd eleqedar dike ye. Ma hilweşîn û şerê ku li Rojhilata Navîn li ser gelan tê ferzkirin, tenê ji me dibe? Ev wekî hilweşînekê li pêşiya me rawestiyaye ku dikare wekî bagereke tundûtujiyê ya mezin were serê hemû gelan. Gotina dewletê ya ‘Tirkiyeya bêteror’, vê pêvajoyê di taxa Kurdan de dihêle. Êdî ne hewceyî wan polîtîkageran heye ku dipirsin ka gule û bombe bi çendî ne; hewceyî bi polîtîkagerên ku serê xwe bi awayê hiqûqa aştiyê diêşînin heye. Em dizanin ku bêyî kedkar, jin û ciwanan ev pêvajo temam nabe. Armanca herî mezin a di destê dewlet û desthilatan de, bi parçekirinê birêvebirin e. Pêvajoya civaka demokratîk dibêje; ne dema parçekirinê ye, dema komunbûnê ye; dema avakirina nexşerêya derbarê jiyana me û nîqaşên derbarê jiyana me de ye.”
Piştî axaftinan Koma Çiya û Koma Kemençeyê derket ser dikê. Mitîng berdewam dike.






















