11emîn Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê di roja 10an de bi lîstikên navneteweyî berdewam kir. Di çarçoveya festîvalê de lîstikên “The Letter” , “Cantica Antigonae” û “The Secret Of The Sculpture” hatin lîstin.
11emîn Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê, ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi temaya bi dirûşma “Ji bo aştiyê diyalog” tê lidarxistin, di roja 10an de berdewam kir. Di roja 10an de berhemên xurt û performansên bibandor ên ku hatin ser dikê, kêliyên jibîrnekirî bi temaşevanan dan jiyandin.
Atmosfera hunerê ya ku li bajêr belav bûye, bi lîstikên hatin lîstin gihîşt lûtkeyê. Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê, mazuvantiya du berhemên girîng ên şanoya navneteweyî kir. Lîstika hunermendê Danîmarkî Paolo Nani ya bi navê “The Letter” ku bi salan e li ser dikên cîhanê rastî eleqeyeke mezin tê, bû yek ji performansên herî balkêş ên mihrîcanê. Lîstika ku ji sala 1992an û vir ve li 43 welatan zêdetirî 1600 caran hatiye lîstin, ji aliyê çapemeniya navneteweyî ve wekî “kult” û “klasîk” tê pênasekirin. Performansa Nani ya ku çîrokek tenê bi şêwazên cuda ji nû ve ava dike, temaşevan hem kenandin û hem jî di nava heyranıyê de hiştin.
Lîstika bi navê “The Secret of the Sculpture” ku li ser heman dikê bi temaşevanan re hat cem hev, bi vegotina xwe ya ku xwezaya razdar a hunerê dipirse bal kişand. Ev çîroka ku ji têkiliya kûr a peykersazekî bi berhemên xwe re ji dayik bûye, dema ku derbarê çavkaniya afirandinê de pirsan dipirse, temaşevanan vedixwîne deriyên cîhaneke nexuya. Performansa Osama Alhassan, Zaki Alnunu, Motaz Alabdullah û kadroya lîstikvanan a fireh, atmosfera bibandor a lîstikê xurttir kir.














