Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya 15ê Gulanê Cejana Zimanê Kurdî deklarasyonek eşkere kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye û divê tekoşîna ziman li her qadê bê belavkirin.
Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Parka Ekîn Cerenê ya navçeya Peyasê ya Amedê bi diruşmeya “Statuya Kurdî-Perwerdehiya bi Kurdî” deklarasyona 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî eşkere kirin .Endam û nûnerên saziyên ziman û pêkhateyên platforma saziyên demokratîk di nav de gelek kes beşdar bûn. Di deklarasyonê de bi zaravayên kirmanckî û kurmancî pankarta “Statuya Kurdî-Perwerdehiya bi Kurdî” hate vekirin. Girseyê diruşmeyên “Bê Kurdî Jiyan nabe”, “Bijî Zimanê Kurdî” berz kir. Saziyên navborî ji bo balê bikişînin ser rewşa zaravayê Kirmanckî, deklarasyona tenê bi Kirmanckî hate xwendin. Endama Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê Semra Bîrtane deklarasyonê xwend.
‘Divê statuya zimanê Kurdî bê naskirin’
Beriya xwendina deklarasyonê Hevberdevkê Lijneya Ziman, Çand û Huner a DEM Partiyê Heval Dilbahar cejna zimanê Kurdî piroz kir û wiha got: “Zimanê Kurdî ne tenê nirxekî gelê kurd e. Hebûna mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê jî divê tekoşîna Kurdî bilind bibe. Em ji dil û can dibêjin ku her kesê van gotinên me dibihîsin divê wisa tevbigerin. Ji ber polîtikayên Dewleta Tirk li ser zimanê Kurdî polîtikayên bişaftinê meşand. Lê dîsa jî ev ziman tune nekir. Li zindana Amedê bigire heya her derê tekoşîna ziman hat meşandin. Vê tekoşînê nîşan da ku zimanê Kurdî nayê tunekirin. Lê hêj jî dorpeça li ser zimanê kurdî ranebûye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin. Bêguman Abdullah Ocalan hemû dahûrandin û paraznamayê xwe de li ser girîngiya ziman disekine. Heya ku statuya Zimanê Kurdî neye naskirin û makezagonê de qanûn neyê amedekirin. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi sernakeve. Em weke gelê Kurd divê li derdora zimanê xwe bibin yek û tifaqa xwe xurt bikin. Em banga her kes û partî û saziyên Kurdan dikin divê her yek ji me bibe têkoşerê zimanê Kurdî. Em hemû qadan bikin dibistanên Kurdî. Hemû partî û sazî divê demildest polîtakayên xwe yên ziman diyar bikin.”
‘Zimanê Kurdî nirxekî mirovahiyê ye’
Piştre Semra Bîrtane deklarasyonê xwend. Semra Bîrtane da zanîn ku neteweya Kurd yek ji neteweyên herî qedîm ên mirovahiyê ye û zimanê Kurdî jî nirxekî bingehîn e û got: “Bi sedan sal in bi awayekî hovane hewl tê dayîn ku çand û zimanê Kurdî ji holê bê rakirin, lê di encama têkoşîna gelê Kurd de ev hewldan hatine pûçkirin. Em dibînin ku li şûna tunekirina fizîkî, îro pêkanînên li dijî zimanê Kurdî hatine nûjenkirin. Zimanê Kurdî hê jî di fermiyetê de nayê qebûlkirin. Qedexekirin, dorpêçkirin û pişaftin bi serwerkirina zimanê Tirkî berdewam dike. Ev yek sûcekî mirovahiyê ye.”
‘Jiyaneke bêkurdî weke laşekî bêgiyan e’
Semra Bîrtane diyar kir ku ziman mifteya azadiyê ye û çavkaniya yekîtiya neteweyî ye û wiha got: “Em Kurd bi tu awayî destûr nadin ku ev pişaftin pêk bê. Jiyaneke bêyî Kurdî ji bo me weke laşekî bêmejî, bêdil û bêgiyan e. Zimanê Kurdî xeta me ya herî sor û li jor e.”
Tekîliya tecrîd û ziman
Semra Bîrtane bal kişand ser nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê ziman de û wiha pê de çû: “Rêber Abdullah Ocalan diyar dike ku ên nikaribin li zimanê xwe xwedî derkevin, nikarin li mirovbûna xwe jî xwedî derkevin. Em careke din dibêjin ku em li gel banga dîrokî ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Ocalan in. Mafên neteweya Kurd ên zimanî, çandî û siyasî ne mijara bazarê ne. Divê zimanê Kurdî bibe xwedî statu û bibe zimanê perwerdehiyê. Tecrîda li ser Rêber Ocalan û tecrîda li ser zimanê Kurdî rasterast bi hev ve girêdayî ne û divê şert û mercên azad ji bo Ocalan bên amadekirin.”
Li her derê çalakî
Semra Bîrtane diyar kir ku merheleya nû ya têkoşînê ya bi dirûşma “Statuya Kurdî, Perwerdehiya bi Kurdî” dê ji 4ê gulanê heta 1ê hezîranê bidome û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê li hemû bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bernameyan li dar bixin. Meş û daxuyaniyên girseyî, konên zimanê Kurdî û hînkirina alfebeyê, panel, sempozyum û konferansên li ser ziman ,bernameyên helbestxwendin, çîrokbêjî, dengbêjî û şano, konser û şahiyên hunerî, xebatên dîplomatîk û bernameyên li bin banê şaredariyan dê bên li dar xistin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.














