• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
03 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Tenduristiya Nêrgiz Mihemedî her ku diçe xerabtir dibe

    Tenduristiya Nêrgiz Mihemedî her ku diçe xerabtir dibe

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 3yê GULANA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Oxirbe hevalê delal Nûreddîn

    Mazlûm Ebdî: Serkeftina Amedsporê dilê Kurdan geş kir

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Nêçîrvan Barzanî Amedspor pîroz kir

    Recep Tayyîp Erdogan ji bo Amedsporê daxuyanî da

    Recep Tayyîp Erdogan ji bo Amedsporê daxuyanî da

    Derketina Amedsporê ya Super Lîgê li gelek bajaran hat pîrozkirin

    Derketina Amedsporê ya Super Lîgê li gelek bajaran hat pîrozkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Tenduristiya Nêrgiz Mihemedî her ku diçe xerabtir dibe

    Tenduristiya Nêrgiz Mihemedî her ku diçe xerabtir dibe

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 3yê GULANA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Oxirbe hevalê delal Nûreddîn

    Mazlûm Ebdî: Serkeftina Amedsporê dilê Kurdan geş kir

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Nêçîrvan Barzanî Amedspor pîroz kir

    Recep Tayyîp Erdogan ji bo Amedsporê daxuyanî da

    Recep Tayyîp Erdogan ji bo Amedsporê daxuyanî da

    Derketina Amedsporê ya Super Lîgê li gelek bajaran hat pîrozkirin

    Derketina Amedsporê ya Super Lîgê li gelek bajaran hat pîrozkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gelawêj Ewrîn: Piştî şerê Îranê dibe ku statuya hin netewe-dewletan biguhere

Nûda Arici / AW

3 GULAN 2026 - 08:54
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Wan – Berdevka Ragihandinê ya PJAKê Gelawêj Ewrînê diyar kir ku şer êdî ne tenê di navbera Îran, Îsraîl û Amerîkayê de ye û wiha got: “Şer bûye şerekî herêmî û dê encamên demkurt û demdirêj yen vî şerî dê hebin. Dibe ku li herêmê statuya hinek netewe-dewletan biguhere.”

 

Şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de ê di 28ê sibatê de dest pê kiribû, tevî agirbestê jî hêj didome. Bandora şer a li ser herêmê bi hemû aliyan ve tê hîskirin û ev şer dibe ku di siberojê de li welatên derdorê şerên nû jî bi xwe re bîne. Rewşa Rojhilata Navîn û Kurdistanê jî ji ber vî şerî aloz e û hemû hêzên li herêmê ji bo siberojeke li gorî xwe di nava amadehiyên şer de ne. Ji destpêka şer heta niha Îran bi moşek û dronan êrişî hêzên Kurdistanî dike. Berdevka Ragihandinê ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Gelawêj Ewrîn têkildarî geşedanên dawî û rewşa şerê li herêmê didome ji ajansa me re axivî.

‘Şer bûye şerê herêmê’

Gelawêj Ewrîn da zanîn ku şerê Îsraîl, Amerîka û Îranê di qonaxeke nû de ye û Îran dixwaze bi dirêjkirina muzakereyan wext ji bo xwe qezenc bike û got: “Îran di şerê 12 rojan de derbeyek xwar. Lê şerê vê dawiyê, bi taybet kuştina gelek rayedaran û her wiha gelek fermandarên Îranî bû sedem ku hêzên weke Rûsya û Çîn hewl bidin hevsengiya vî şerî biguherînin. Ji ber ku şer êdî tenê di navbera Îran, Îsraîl û Amerîkayê de nîn e. Şer bûye şerekî herêmî û bi taybet welatên Ereb êdî di vî şerî de rolekî sereke dilîzin. Ji aliyeke din ve welatên cîran bi taybet Iraq û Tirkiye jî êdî ji vî şerî bandor dibin. Diyar e ku dê encamên vî şerî yên demkurt û demdirêj hebin û dibe ku li herêmê statuya hinek netewe-dewletan biguhere. Ji xwe ev şer jî li herêmê hinekî bi vî awayî tê meşandin. Hêzên weke Îsraîl, Îran û em dikarin bibêjin Tirkiye jî dixwazin li herêmê hegemonyaya xwe ava bikin an jî xurt bikin. Bi taybetî jî Îsraîl bi Peymana Îbrahîmî hewl tê dayîn ku li herêmê bibe aktorê sereke. Ev şer wê bibe sedema şerên hem hegemonyaya herêmî hem jî cîhanî.”

‘Îran Tengava Hurmuzê wek amureke şer bi kar tîne’

Di berdewamiya axaftina xwe de Gelawêj Ewrîn destnîşan kir ku ew şer ne tenê di warê guhertina hevsengiyên siyasî de, lê belê bandora wê li ser aboriya herêmê jî heye û wiha got: “Îran hewl dide Tengava Hurmuzê wek amûrekê li beramberî hemû cîhanê, ji bo ku serweriya xwe biparêze li herêmê û ji bo demekê xwe li ser piyan bigire, bi awayekî bi kar bîne. Hemû aliyên şer dibêjin em di vê şerî de bi ser ketin û vê yekê rastiyeke xwe jî heye. Lewma dibe ku dirêjbûna şer zerarên gelek mezintir bi xwe re bîne. Ev şerê derketiye hoLê niha di rewşeke wisa de ye ku tu alî nikarin xwe jê xelas bikin.”

‘Neçar in ku polîtîkayên înkar û îmhayê biguherînin’

Gelawêj Ewrîn bilêv kir ku netew-dewlet hewl didin li herêmê hegemoniya xwe ferz bikin û got: “Bi taybet di polîtîkayên xwe yên înkar, îmha û hwd. ku di serî de li li dijî gelê Kurd tê bikaranîn, neçar in biguherînin. Yan ew bixwe dê bi rêya demokrasiyê polîtîkayên xwe biguherînin, yan jî dê mudaxileyên cidî li ser wan çêbibin.Wê şêwazê van mudaxaleyan jî cudatir be. Niha şerê fizîkî di navbera Îran, Îsraîl-Amerîkayê de sekiniye. Lê ev rewşa agirbestê û lîstokên muzakereyan wê heta kengî bidome ne diyar e. Hemû aliyan li gorî xwe çend bend rêzkirine û pêşkêşî hev dikin . Dixwazin şert û mercên xwe li ser hev bidin ferzkirin. Îran van muzakereyan ji bo xwe weke xeta sor dibîne û ew bendên ku Amerîka-Îsraîl pêşkêş dike, qebûl nake.”

‘Yên muzakereyan dimeşînin pasdar in’

Gelawêj Ewrîn destnîşan kir ku di navbera rayedarên Îranî de jî ji aliyê muzakereyên bi Amerîka-Îsraîlê ve nakokî hene û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Em vê bi eşkere dizanin êdî Îran weke hikûmeteke siyasî nemaye. Hikûmet siyasî êdî hilweşiya ye. Ji ber ku ti bandorekî ne serokkomariyê heye ne jî bandora parlementoyê. Niha yên ku muzakereyan dimeşînin Sipahên Pasdaran ankû Mihafizên Şoreşê ne ku bi salan e civaka Îranê di destê xwe de digirin, siyaseta xwe ya mîlîtarîze dimeşîn û leşkerîkirina hemû saziyên Îranê, hemû saziyên civakî û medenî dane meşandin. Ji bo vê jî weke hikûmeteke leşkerî dixwazin van muzakereyan bi awayekî li gor berjewendiyên xwe yên şer bi pêş de bibin. Bi vê şêwazê rejîma Îranê vê agirbestê ji bo xwe weke derfetekê dibîne ku hêzên radîkal li dijî gel û rêxistinên azadîxwaz bi kar bîne. Bi salan e ji xwe li derveyî welat ev yek kiriye. Niha van hêzên radîkal, van komên cuda yên girêdayî xwe ku berê li Sûriyeyê, Libnan, Iraq û Libyayê bi kar aniye, dixwaze di hundirê Îranê de li hemberî hêzên azadîxwaz bi kar bîne. Gelek agahî hene ku hêzên çekdar ên nediyar ji sînorên Îranê re derbas bûne û hatine Îranê. Ji ber ku hêzên fermî yên Îranê ji ber êrişên hewayî nikarin saziyên fermî de bimînin, van koman bi kar tînin. Ev komên çekdar jî bi awayekî gelek xeter xwe di saziyên fermî de cih dikin û dixwazin bicîhbûna xwe mayînde bikin.”

’Siyaseteke bêrû û bêexlaq e’

Di berfirehiya axaftina xwe de Gelawêj Êwrîn bal kişand ser bikaranîna jinan a di pêvajoyên şer de û wiha berdewam kir: “Di warê siyasî heta warê hiqûqî ve dixwazin jinan bifetisînin û ji ber tayeke porê jinekê xuya kiriye bi salan diavêje girtîgehê û bi dar ve dike. Lê niha dixwazin cilên leşkerî li jinan bikin tevî serê wan vekirî jî. Ev siyaseteke durû û bêexlaq e. Ne tenê Îran gelek hêz û welat dema dikevin tengasiyan de jinan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Gelên Îranê jî vê dizanin ku rejîm tu caran ne bûye garantî yan jî hêza parastina jinan û civakan. Lê niha jî dixwaze jinan weke hêzên xwe leşkerî û rewa nîşan bide. Bi vê yekê rejîm dixwaze civakî mîlîtarîze bike. . Polîtîkayên 47 salan a mîlîtarîzekirina civaka Îranê ku serkêşiya wê Pasdar dikin, tiştekî kêm nîne. Pasdaran saziyên civakî, medenî, yên perwerdehiyê hwd. wisa mîlîtarîze kirine ku niha di armaca Amerîka-Îsraîlê de ne. Diyar e ku Îran ji vir û şûn de ji bo ku xwe li ser piyan bigire wê rêbazên gelekî qirêj bide meşandin.”

‘Îran darvekirinê weke zext bikar tîne’

Gelawêj Ewrînê di berdewamiya axaftina xwe de politikayên îÎanê yên darvekirinê nirxand kir û wiha pê de çû: “Meha Gulanê bi taybet ji bo gelên Îranê û gelê Rojhilatê Kurdistanê mehekî gelekî girîng e. Ne tenê ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê ji bo tevgera azadiyê ya gelê Kurd meha şehîdan e. Bê guman polîtîkayên darvekirin û sêdarê ya rejîma Îranê heta vî kêliyê jî berdewam in. Welat di nav şerekî giran de ye, welatî di bin zexta rejîmê de ye û gelek pirsgrêkên aborî û civakî jî hene. Tevî van yekan jî rejîmê kêliyekê jî ji polîtîkayên xwe paş ve gav navêtiye. Ev nîşan dide ku rejîm bi vê şêwazê bi taybet bi sîstematîkkirina polîtîkaya xwe ya darvekirinê hewl dide civakê bitirsîne û hewlên serhildaneke li dijî rejîmê asteng bike. Rejîm dixwaze derfetên siyaseteke azad, polîtîkayeke azad li Îranê nehêle. Dixawaze kesên muxalif ên ku di nav Îranê bi xwe de dijîn, tasfiye bike. Bi taybet ew kesên ku di pêvajoya serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û çalakiyên dawî yên ji bo aboriyê hatibûne lidarxsitin de hatine girtin, bi hincetên cuda tên darvekirin.”

‘Rejîm mehkûmê têkçûnê ye’

Di dawiya axaftina xwe de Gelawêj Ewrînê bi lêv kir ku gelek hêzên ku niha bi Îranê re muzakereyan dimeşînin, li pey berjewendiyên xwe ne û da zanîn ku armanca wan demokratîkkirina Îranê nîne. Gelawêj Ewrîn wiha pê de çû: “Derdê wan berjewendiyên wan in û dixwazin statuya heyî ya Îranê biparêzin. Gelek caran dibêjin ku divê rejîm xwe biguherîne. Lê wê xwe çawa biguherîn e? Heke polîtîkayên darvekirinê hê jî berdewam bike, heke polîtîkayên girtin û binçavkirinê, yên zextan li ser civakê û polîtîkayên kambaxbûyî yên aborî hêj jî bidomeîn tê wê wateyê ku rejîm neguheriye. Rejîm dixwaze bi awayekî temenê xwe dirêj bike. Çawa ku Tengava Hurmizê wek kartekî aborî li hemberî cîhanê bi kar tîne, karta darvekirinê jî li dijî tevgerên azadîxwaz û muxalifan dixwaze bi kar bîne. Kurd, civaka Îranê û jin Îraneke demokratîk dixwazin. Li Îranê guhertin şertekî herî esasî ye. Kes nikare bêje ku bi yek du muzakereyan, bi qebûlkirina hinek şert û mercên hêzên sermayedaran wê Îran bê guhertin an jî Îranê xwe guhertiye. Îranê xwe neguhertiye, rejîma xwe neguhertiye. Ev rejîm hê jî di kêliyên herî giran ê şer de ku xelk di rewşekî gelekî kambax de ye, xelkê dibe ber sêdarê. Lewma ev rejîmekî ku mehkûmî têkçûnê ye. Ev rastiyek e.”

Etîket: Berdevka Ragihandinê ya PJAKê Gelawêj Ewrînguhertinherêmnetewe dewletŞerê Îsraîl-Amerîka û Îranêstatu
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îsraîl bi êrîşên li ser Libnanê agirbestê binpê dike

Îsraîl bi êrîşên li ser Libnanê agirbestê binpê dike

9 NÎSAN 2026
Amerîka û Îranê agirbesta demkî ragihand, Îsraîlê jî qebûl kir

Amerîka û Îranê agirbesta demkî ragihand, Îsraîlê jî qebûl kir

8 NÎSAN 2026
Êrişên Îranê yên li dijî Herêma Kurdistanê: Di 39 rojan de 16 kes hatin kuştin

Êrişên Îranê yên li dijî Herêma Kurdistanê: Di 39 rojan de 16 kes hatin kuştin

7 NÎSAN 2026
Piştî xistina du balafirên şer Îranê daxwaza agirbestê red kir

Piştî xistina du balafirên şer Îranê daxwaza agirbestê red kir

4 NÎSAN 2026
Macron: Bi hêza leşkerî vekirina Hurmuzê ne raste

Macron: Bi hêza leşkerî vekirina Hurmuzê ne raste

2 NÎSAN 2026
Yekitiya Mîrîtiyên Ereb amadekariya tevlîbûna şer dike

Yekitiya Mîrîtiyên Ereb amadekariya tevlîbûna şer dike

2 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Derketina Amedsporê ya Super Lîgê li gelek bajaran hat pîrozkirin

    Derketina Amedsporê ya Super Lîgê li gelek bajaran hat pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Serkeftina Amedsporê dilê Kurdan geş kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Amedspor derket Super Lîgê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê qûrbaniyên komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gelawêj Ewrîn: Piştî şerê Îranê dibe ku statuya hin netewe-dewletan biguhere

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kedkarên Amedê: Divê em li dijî neheqiyê bibin yek û têbikoşin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi sed hezaran kes dîmenê Amedsporê diecibîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Pîranê sosreta îstîsmarê: Li pişta min AKP heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (63)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne