Wezareta Karên Navxweyî, qeyûm tayînî Şaredariya Sêrtê ya DEM Partiyê kir.
Wezareta Karên Navxweyî ya Tirk, Waliyê Sêrtê Kemal Kizilkaya wek qeyûm tayînî Şaredariya DEM Partiyê ya Sêrtê kir. Polîsan avahiya şaredariyê xist dorpêçê û ala tirk bi avahiya şaredariyê de daliqandin.
Di 28ê çile de 7emîn danişîna doza Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ku dema xebatên rojnamegeriyê dikir bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, li 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat. Dadgehê piştî parastinan, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li Sofya Alagaşê birî. Îro serê sibê jî Wezîrê Karên Hundir ê Tirk qeyûm tayînî şaredariya Sêrtê kir.
Piştî qeyûm tayîn kir Waliyê Sêrtê Kemal Kizilkaya ku wekî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, tevî bertekên gel derbasî şaredariyê bû. Girseya li pêş şaredariyê kom bû, bê navber dirûşmên “Dizek qeyûm” berz kirin.
Ji hilbijartina 31ê adara 2024an heta niha Wezîrê Karên Navxweyî qeyûm tayînî 8 şaredariyên DEM Partiyê kirin. Şaredariyên DEM Partiyê yên qeyûm tayînî wan hatine kirin ev in: Colemêrg, Mêrdîn, Êlih, Dêrsim, Xalfetî, Akdenîz, Miks û Sêrtê.