Yekîtiya Ciwanan a Dijberî NATO û Emperyalîzmê di 54’emîn salvegera darvekirina Denîz Gezmîş û hevalên wî de daxuyanî dan û gotin: “Têkoşîna Denîz û hevalên wî yên li dijî emperyalîzmê û NATOyê îro rê nîşanî me didin.”
Yekîtiya Ciwanan a Dijberî NATO û Emperyalîzmê ji bo Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan ên ku di 6ê Gulana 1972 an de hatin darvekirin bibîr bînin li pêşiya Îzbana Karşiyakayê heta têketina sûkê meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Di rêya Denîzan de li dijî NATO û Emperyalîzmê”, “Ji Denîzan heta îro ji NATOyê re derbasî tuneye” û “Denîz, Yusuf Huseyîn nemirin” hatin berzkirin. Her wiha pankarta“Di rêya Denîzan de ji NATOyê re derbasî tuneye” hat hilgirtin.
‘Têkoşîna li dijî emperyalîzmê û NATOyê divê wekî Denîzan be’
Li ser navê girseyê Sonay Tezcan daxuyanî xwend. Sonay Tezcan got ku Denîz Gezmîş û hevalên wî bi dirûşman ber bi nemiriyê ve meşiyan û canê xwe ji bo doza ku diparastin feda kirin. Sonay Tezcan wiha got: “Ji roja NATO hatî avakirin û vir ve li dijî têkoşîna gelên cihanê derdikeve. Têkoşîna Denîz û hevalên wî yên li dijî emperyalîzmê û NATOyê îro rê nîşanî me didin. Ji ber vê yekê em dibêjin ku têkoşîna li dijî emperyalîzmê û NATOyê divê wekî Denîzan be.
‘Civîna NATOyê ya li Enqereyê pêngaveke li dijî gelan e’
Komara Dewleta Tirkiyeyê wek endameke NATOyê parçeyeke şer û êrişan e. Komara Tirkiyeyê ji roja hatî avakirin û vir ve wek hêzeke bibandor a NATOyê li Rojhilata Navîn, li Balkanlara, Qefqasyaya û Afrîqayê ji bo tepisandina tevgera rizgarbûyîna neteweyî û astengkirina serhildanên gelan de rasterast cih girtiye. Ji bo welatê me pirsgirêka NATOyê ne derveyî ye navxweyî ye. Lûtkeya NATOyê ya ku tê payîn di 7-8ê Tîrmehê de li Enqereyê bicive dê weke pêngaveke erîşane li dijî pola karkeran a cîhanê û li dijî gelan were dîtin.
Kombûna vê lijneyê tesadufî nîne. Em wek Yekîtiya Ciwanan a Dijberî NATO û Emperyalîzmê hemû kesî karker û kedkaran vedîxwînin têkoşîna li dijî Lûtkeya NATOyê.”
Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.














