Nivîskarê Kovara Modernîteya Demokratîk Haydar Ergul di merasîma cenazeyê Çatalbaş de diyar kir ku Heval ê wan Şukru kedeke mezin têkoşînê û Çapemeniya Azad û got: “Em ê ji bo keda wî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bigihijînin armancê.”
Şukru Çatalbaş demên dirêj di nava xebatên Çapemeniya Azad û Kovara Modernîteya Demokratîk de cih girt. Ev demek bû Şukru Çatalbaş li dijî pençeşerê dihat dermankirin. Şukru Çatalbaş duh nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Ji bo Şukru Çatalbaş merasîma cenazeyê hate lidarxistin. Malbat, hevalên wî yên kar, rojnameber, rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên û heskiriyên wî tev li merasîma cenaze ya Goristana Habîbler a Yaylayê hatiye lidarxistin bûn.
‘Heval Şukru gelek ked da’
Nivîskarê Kovara Modernîteya Demokratîk Haydar Ergul di merasîma cenaze de axivî û wiha got: “Şukru heval gelek dixwest Rêbertî bibîne. Heval Şukru gelek ked da. Lewma em ê ji bo wî têbikoşin û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bigihijînin armancê. Ez bawer im ku dê di demek nêz de Rêbertî bibînim û silavên heval Şukru bigihînim Rêbertî. Ez dizanim hevalê Şukru dê bi vê re gelek keyfxweş be.”
Merasîm piştî veşartina Şukru Çatalbaş bi dawî bû.



















