Enqere – Heyeta Meclisa Dayikên Aştiyê di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de serdana Partiya DEVAyê kirin û bi Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan re hevdîtin pêk anîn.
Heyeta Meclisa Dayikên Aştiyê ku di çerçoveya Pêvajoya Aştî û Civak Demokratîk de bi boneya Roja Dayikan serdana partiyên siyasî dikin. Dayik piştî serdana MHPê serdana Partiya DEVAyê kirin.
Heyeta Dayikên Aştiyê ku ji Behiye Yalçin, Afîfe Kartal û Muzeyyen Butunê pêk tê bi Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya ve li Navenda Giştî ya Partiya DEVAyê bi Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan re hevdîtin pêk anîn. Cigirê Serokê Giştî û Parlamenterên Partiya DEVAyê Sadullah Ergîn û Mehmet Emîn Ekmen jî di hevdîtinê de amade bûn.














