Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê têkildarî hevdîtina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan daxuyanî da û diyar kir ku Erdogan aniye ziman ku ji bo pêvajoya li Tirkiyeyê bigihijê armancê xwedî biryardar in.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Tirkiyeyê hevdîtinan pêk tîne. Mesrûr Barzanî bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin pêk anî. Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê li ser hevdîtinê daxuyaniyeke nivîska da û diyar kir ku Mesrûr Barzanî û Tayyîp Erdogan li ser geşedanên herêmê nîqaş kirine.
Daxuyanî wiha ye:
“Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji ber êrîşên Îranê yên li ser Hewlerê û Iraqê gelek xemgîn e. Ew tu carî naxwazin pevçûn li herêmê belav bibe. Di van deman de piştevaniya me ya li Herêma Kurdistanê dê berdewam bike.
Aramiya Iraqê dê bandorê li ser herêmê bike. Hevkariya me bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê dê bidome. Ji bo pêkanîna “Projeya Rêya Pêşketinê” bê çêkirin dê gelek sûd bide welatên herêmê. Ji bo pêvajoya li Tirkiyeyê bigihijê armancê em xwedî biryardar in.”













