Wan – Bi ser darvekirina “Bûka Kurdistanê” Leyla Qasim re 52 sal derbas bûn. Dema çûye sêdarê sirûda “Ey Reqîb” gotiye û ev sekna wê ya berxwedêr hê jî weke rojên ewil di nava gelê Kurd de bandora xwe didomîne.
Di dîroka Kurdan de têkoşîna ji bo azadiyê tê dayîn her tim bi berdelên gelek giran encam digire. Di nava vê têkoşînê de bêguman cihê jina Kurd her tim hebûye û bi berxwedan û dilsoziyê mîrateyeke mezin li pey xwe hiştiye. Di salên navbera 1970 û 1980yî de li başûrê Kurdistanê aloziyeke mezin hebû û gelê Kurd ê Başûr serî li dijî zilma rejîma Baasê hildabû. Di nava vê rewşa şer de jina Kurd Leyla Qasim rabû û mohra xwe li dîroka Kurdan da. Bi ser darvekirina Leyla Qasim re 52 sal derbas bûn, lê bandora wê ya li ser civaka Kurd hê jî weke rojên ewil didome.
Tev li xebatên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê bû
Leyla Qasim di sala 1952an de li gundê Bamîlî yê nêzîkî Xaneqînê, weke keça malbateke kedkar a bi pênc zarokan hat dinyayê. Piştî ku xwendina xwe ya seretayî û navîn li Xaneqînê qedand, bi malbata xwe re derbasî Bexdayê bû. Di sala 1971ê de li Zanîngeha Bexdayê di Beşa Civaknasiyê de dest bi xwendinê kir. Di salên zanîngehê de bi awayekî çalak beşdarî têkoşîna mafên xwendekarên Kurd bû. Di nav Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) de cih girt û kesayet û nasnameya xwe ya siyasî ava kir.
Rewşa Başûr a siyasî
Di 11ê Adara 1970 de, di navbera Tevgera Kurd ya rêberiya wê Mele Mistefa Barzanî dikir û rejîma Baasê de peymanek hat îmzekirin. Ev cara yekem bû ku hikûmeta Iraqê mafê xweseriyê ji bo Kurdan bi fermî nas dikir. Di vê peymanê de xala herî sereke ew bû ku hikûmeta Iraqê bi fermî qebûl kir ku Kurd xwedî nasnameyeke cuda ne û mafê wan ê xweseriyê di nava sînorên Iraqê de heye. Zimanê Kurdî li herêmên ku Kurd lê dijîn, li gel zimanê Erebî bû zimanê fermî. Di dibistanan de perwerdeya bi Kurdî hat qebûlkirin. Hat diyarkirin ku divê Kurd di hikûmeta navendî ya Bexdayê de cih bigirin (Wekî cîgirê serokomar, wezîr û hwd.). Rejîma Baasê soz da ku ji bo herêmên Kurdan ên ku di şer de wêran bûne, budceyeke taybet veqetîne û ji bo pêşketina aboriya Kurdistanê bixebite. Biryar hat girtin ku di nava 4 salan de ev xweserî bikeve meriyetê.
Têkçûna peymanê û berxwedan
Her çend ev peyman di destpêkê de wekî serkeftineke mezin hat dîtin jî, di pratîkê de ji ber hişmendiya Rejîma Baasê ya netewperest û înkara Kurdan nekete pratîkê. Saddam Huseyîn ev peyman tenê ji bo wext qezenckirinê bikar anî. Gava ku xwe bihêz kir, di sala 1974an de peyman bi awayekî yekalî betal kir. Li dijî van polîtîkayên înkar û îmhayê gelê Kurd jî berxwedan û têkoşîna hebûnê meşand.
‘Ez amade me ji bo azadiya Kurdistanê canê xwe bidim’
Yek ji van lehengên berxwadanê jî jina Kurd a ciwan Leyla Qasim bû. Leyla Qasim ne tenê aktîvîsteke siyasî û şoreşgerek bû, di heman demê de jineke xwedî zanîneke kûr a entelektuel bû. Tevî zextên rejîma Baasê ya wê demê jî qet ji parastina ramanên xwe paşde gav neavêt. Xwedî hişmendiyeke wisa bû ku digot “Ez amade me ji bo azadiya Kurdistanê canê xwe bidim.”

Berxwedan û pêvajoya girtinê
Piştî ku peymana 11ê Adarê di pratîkê de pêk nehat, bi taybetî di sala 1974an de Rejîma Baasê zextên xwe li ser Kurdan zêde kiribûn û şer dijwar bûbû. Leyla Qasim û çar hevalên wê Cewad Hemewendî, Nerîman Fuad Mestî, Hesen Hama Raşîd û Azad Silêman Mîran, dema ku ji bo dengê gelê Kurd bigihînin cîhanê xebat dimeşandin, di 28ê Nîsana 1974an de hatin girtin. Li Girtîgeha Ebû Xerîb a Bexdayê rastî îşkenceyên giran hatin. Tişta ku rejîm li bendê bû, poşmanî û îxbarkirina hevalên wê bû. Lê belê, tê gotin ku wê di dadgehê de li dijî dadgeran ev gotinên navdar gotine: “Ez dizanim ku bi kuştina min re dê bi hezaran Kurd şiyar bibin. Ez pê serbilind im ku dimirim.”
Bi sirûda ‘Ey Reqîb’ çû sêdarê
Leyla Qasim, piştî darizandineke kurt, hîn di 22 saliya xwe de, di 12ê Gulana 1974an de hat darvekirin. Di peyama ku beriya were darvekirin ji malbata xwe re şandibû de, diyar kiribû ku ew dixwaze kincên xwe yên herî bedew li xwe bike û wekî ku diçe dawetê, ber bi mirinê ve biçe. Tê gotin ku dema diçû ser sêdarê sirûda neteweyî, “Ey Reqîb” gotiye. Darvekirina Leyla Qasimê di nav gelê Kurd de bû sedema hêrseke mezin û têkoşîna wê ji bo nifşên siberojê bû çavkaniya berxwedanê. Bi sedan helbest, stran û lorîk li ser navê wê hatin nivîsandin û navê Leyla li hezaran keçên Kurd hat kirin.













