2yemîn Rojên Pirtûkan a Şaredariya Erxeniyê bi gotubêj, bernameya îmzekirina pirtûkan û gotubêjên nivîskaran ve bi dawî bû.
2yemîn Rojên Pirtûkan ên Erxeniyê yên ku bi hevkariya Şaredariya Erxeniyê ya Amedê, YEW-KURD û Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm Sen) bi dirûşmeya “Cîhan bi peyvan tê cem hev”, Rojên Pirtûkan li dar xist. Di rojên pirtûkan de gelek weşanxan standên pirtûkan hatin vekirin, gelek nivîskar hem gotubêj kirin hem jî bi xwenerên xwe re pirtûkên xwe îmze kirin.
Rojên pirtûkan ên 4 rojan dom kiriye ji saet 09:00an heya 19:30an dom kirin. Gelek welatî, jin, ciwan, zarok û ji her temenî hezaran welatî serdana standan kirin, pirtûk stendin. Bi wesîleya bernameyê gelek nivîskar bi xwînerên xwe re hatin cem hev.
Di çarçoveya rojên Pirtûkan de duh dîwana dengbêjan, gotubêja bi navê “Komar û Kurd” a Erdogan Aydın û di moderatoriya M. Şah Aslan de gotubêja helbestvan Denîz Gunduz û Bedriye Topaçê dom kir. Îlhamî Sîdar helbestên xwe xwendin û Rojên Pirtûkan bi bernameya guhdarkirina piyanoyê ya xwendekarên Navenda Hunerê ya Newayê bi dawî bû.
















