Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat (GGC), bi sernavê “Di Pêvajoyên Aşitiyê de Bîra Medyayê: Nêrînek ji Ewropayê” li Stockholma paytexta Swêdê panela navneteweyî li dar dixe. Paneldê 16ê Gulanê de bê lidarxistin û dê pêvajoyên aşitiyê yên li Tirkiyeyê, rola medyayê û perspektîfa diyasporaya li Ewropayê bi awayekî piralî bên nirxandin.
Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat (GGC), bi sernavê “Di Pêvajoyên Aşitiyê de Bîra Medyayê: Nêrînek ji Ewropayê” li Stockholma paytexta Swêdê panela navneteweyî ya li dar dixe. Panel dê 16ê Gulanê roja şemiyê, li Westmanska Palatsetê bê lidarxistin. Di panelê de pêvajoyên aşitiyê yên li Tirkiyeyê, rola medyayê û perspektîfa diyasporaya li Ewropayê bi awayekî piralî bên nirxandin.
Rewşa heyî ya pêvajoyê dê bê nirxandin
Bername dê saet di 10:00an de bi qeydkirinê dest pê bike û axaftina vekirinê dê ji aliyê Serokê GGCyê Felat Bozarslan ve bê kirin. Pişt re di beşa “Rûniştina Destpêkê – Nêrînek li Pêvajoya Heyî” de Endamê Komîsyona DEM Partiyê û Endamê Şandeya Îmraliyê Cengîz Çîçek wekî axaftvan cih digire. Di rûniştinê de rewşa heyî ya pêvajoya li Tirkiyeyê, geşedanên dawî yên di warê dewlet, civak û medyayê de û çarçoveya ku di raya giştî ya Ewropayê de xuya dike, dê bê nirxandin.
Têkiliyên medyaya navendî û herêmî dê bên nîqaşkirin
Rûniştina duyem a panelê jî dê bi sernavê “Dengên ji Medyaya Herêmî, Navendî û Ewropayê: Veguhastina Şahidan” bê lidarxistin. Di vê rûniştinê de rojnameger Fehîm Işik, Alîşer Delek, Nevzat Çîçek û Namik Durukan dê bibin axaftvan. Di rûniştinê de veguhastina rasterast a bûyerên li qadê, ezmûnên rojnamegeriya aşitiyê ya li Tirkiyeyê û têkiliyên medyaya navendî û herêmî dê bên nîqaş kirin.
Nêrînek ji Ewropayê: Perspektîfa Diyasporayê
Di rûniştina sêyem a bi sernavê “Nêrînek ji Ewropayê: Perspektîfa Diyasporayê” de akademisyenên li Ewropayê û nûnerên diyasporayê biaxivin. Di rûniştina ku moderatoriya wê Fehîm Işik dike de, ji Zanîngeha Malardalenê Doç. Dr. Osman Aytar, ji Diakurdê Keya Îzol û ji Zanîngeha Stockholmê Dr. Mîna Sedem dê nirxandinên xwe parve bikin. Di vê beşê de jî dê bê nîqaşkirin ku çapemeniya Ewropayê pêvajoya li Tirkiyeyê çawa digire dest, berhemên medyaya diyasporayê û têgihiştinên di raya giştî ya Ewropayê de çi ne dê bên destgirtin.
Dê nirxandinên diyasporaya Kurd bên kirin
Di beşa dawî ya bernameyê de jî bi beşdariya hemû axaftvanên ji Tirkiye û Ewropayê forûmek dê bê lidarxistin. Di forûmê de bendewariyên diyasporayê yên derbarê pêvajoyê de, nirxandinên diyasporaya Kurd a li Ewropayê û pêşniyarên hevpar dê bên nîqaşkirin.
Çalakiya ku kordînatoriya wê Hozan Adar dike, armanc dike ku bi raya giştî ya Ewropayê re derbarê pêvajoya aşitiyê ya li Tirkiyeyê de diyalogeke rasterast û pir-dengî ava bike.













