Di Forûma Aştî û Azadiya Civakî ku li Amedê tê lidarxistin de lîstika şanoyê ya “Jîn” û belgesela “Dargeçît” hatin nîşandan. Beşedar diyar kirin ku parastina bîra civakî, peywira herî mezin a rojnamegerî û hunera azad e.
Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, bênavber didome. Di çarçoveya forûmê lîstika şanoyê ya “Jîn” û belgesela “Dargeçît” hatin nîşandan; peyama hevpar a her du çalakiyan “têkoşîna li dijî ji bîr kirinê” bû.
Ji qêrîna jinê heta berxwedana azadiyê
Lîstikvanên jin ên Şanoya Bajêr a Amedê, bi lîstika “Jîn” (Jinên Azad) ku bi şêwaza şanoya fîzîkî hat pêşkêşkirin, serhildana jinên Kurd anîn ser dikê. Lîstikê nîşan da ku azadiya jinê ne tenê daxwazek e, lê di her tevger û her qêrînê de têkoşîneke li dijî sîstema serdest e. Hunerê li vir wekî zimanekî gerdûnî, hewldanên jinan ên ji bo jiyaneke azad bi herikbarî veguhast dilê temaşevanên li salonê.
Dargeçît: 30 sal e heqîqet li pey hestiyan e
Piştî lîstikê, belgesela “Dargeçît” hat nîşandan ku rûyê tarî yê salên 90î û polîtîkayên windakirinê yên dewletê radixe ber çavan. Belgeselê bal kişand ser çîroka 7 kesên ku li Dargeçîtê hatibûn windakirin û têkoşîna malbatên wan a 30 salî. Ev berhem bû qêrînek li dijî polîtîkayên bêcezakirinê û nîşan da ku heta malbatên windayan neghîjin hestiyên zarokên xwe, edalet li ser vê axê nabe xwedî war.
‘Heta ku dengê jinên azad neyê bihîstin, aştiyeke mayînde li vê axê şîn nabe’
Di beşa dawî de, bi beşdariya malbatên windayan, hunermend û derhêneran gotûbêjeke kûr a bi navê “Huner û Heqîqet” hat lidarxistin. Di gotûbêjê de hat destnîşankirin ku huner ji bo dîtina heqîqetê amûra herî bi bandor e û hat gotin: “Heta ku dengê jinên azad neyê bihîstin û faîlên windayan neyên darizandin, aştiyeke mayînde li vê axê şîn nabe.” Beşdar diyar kirin ku parastina bîra civakî, li hemberî feraseta ku dixwaze her tiştî bide jibîrkirin, peywira herî mezin a rojnamegerî û hunera azad e.

















