Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bernameyeke li dar xist.
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Stenbolê ji bo 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Navçeya Sancaktepeya Stenbolê li avahiya DEM Partiyê bernameyeke li dar xist. Rêveberên DEM Partiyê ya Stenbolê, endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya Stenbolê û gelek welatî tev li bernameyê bû.
‘Parastina Kurdî peywira her kesî ye’
Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Demhat Temel di bernameyê de axivî. Demhat Temel diyar kir ku îro ji bo Cejna Zimanê Kurdî kombûne û wiha axivî: “Di dîroka nêzik de, dewlet polîtîkayên bişaftinê li ser zimanê Kurdî meşand. Kurdî ji perwerdehiyê, ji saziyên fermî hate dûrxistin. Zarok bi zimanê dayikê nehatin perwerdekirin, navên Kurdî hatin qedexekirin û gelek kes tenê ji ber ku bi zimanê xwe axivîn rasti zext û cezakirinê hatin. Parastina Kurdî peywira her kesî ye.”
Paştî axaftinê hunermendên Komuna Çand û Hunerê ya Ekînê derketin ser dikê û şanoya ku qala têkoşîna li dijî bişaftinê dike, lîstin.
Bername bi stranên hunermend Kanî Kal, Rojhilat Azad û Heval Firar bi dawî bû.














