Baroya Wanê, DADSAZ û OHDê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li ber avahiya baroyê daxuyaniyek dan û gotin: miffteya azadiya Kurdan zimanê Kurdî ye.”
Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê, Komeleya Lêkolîn û Perwerdehiya Hiqûqê (DADSAZ) û Komîsyona Ziman û Çandê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li ber avahiya Baroya Wanê daxuyaniyeke dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê” hat vekirin û gelek parêzer tevlî daxuyaniyê bûn.
Rêveberê DADSAZê Veysî Atay metna daxuyaniyê xwend û bal kişand ser dîroka 15ê Gulanê û Kovara Hawarê. Veysî Atay destnîşan kir ku zimanê Kurdî bingeha hebûn û nasnameya gelê Kurd e û got: “Kurdî hîmê yekîtiya neteweyî û mifteya azadiya Kurdan e. Tevî her cure êrîş û polîtîkayên pişaftinê, Kurdî sed sal in hebûna xwe diparêze. Her çend di peymanên navneteweyî de mafê perwerdeya bi zimanê dayikê hatibe misogerkirin jî, Tirkiye bi şerhan nahêle gelê Kurd ji van mafan sûdê bigire. Li gorî xala 42yan a Qanûna Bingehîn a Tirkiyeyê ji bilî zimanê Tirkî, perwerdeya bi zimanekî din qedexe ye. Ev yek binpêkirina mafên mirovan e.”
‘Em ê têkoşîna ji bo pêkanîna daxwaza statûya Kurdî bidomînin’
Veysî Atay di dawiya axiftina xwe de bang li parlamentoyê û rayedaran kir û diyar kir ku divê hemû astengiyên li ber bikaranîna zimanê Kurdî ji holê bên rakirin. Veysî Atay li ser navê hiqûqnasên Kurd bang kir û got : “Em ê têkoşîna ji bo pêkanîna daxwaza statûya Kurdî û perwerdeya bi Kurdî bidomînin. Bila zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û zimanê fermî.”
Daxuyanî bi dirûşmên derbarê giringiya zimanê kurdî de bi dawî bû.














