Li Mêrdînê di Cejna Zimanê Kurdî de Komeleya Zimanê Kurdî ya Mezopotamyayê (Kom Kurdî-Der) hat vekirin.
Li navçeya Artûklûyê ya Mêrdînê di Cejna Zimanê Kurdî de Komeleya Zimanê Kurdî ya Mezopotamyayê (Kom Kurdî-Der) hat vekirin. Parlementera Mêrdînê Berîtan Guneş Altin, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û gelek endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civaka demokratîk û welatî tev li vekirinê bûn.
Piştî ku ji aliyê endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê yên Mêrdînê ve qurdele hat birîn Hevşaredar Ahmet Turk axivî û got ku her roja diçe gelê Kurd pêtir li zimanê xwe xwedî derdikeve, ji ber ku hebûna gelekî bi ziman û çanda wî gelê pêkan dibe.
Piştî axaftina Ahmet Turk girse ji bo pîrozkirina 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî heya Parqa Karayolû meşiya. Li vir Rêveberê Kom Kurdî-Derê Mehmet Veysî Arpa daxuyanî xwend û got: “Dewlet û hikûmeta AKPê bi salan e zimanê Kurdî tune dihesibîne û tunehesibandina ziman tê wateya tunehesibandina gelê Kurd. Lê em weke gelê Kurd li hember van polîtîkayan bê çare tunene û têkoşîna me ya ji bo zimanê Kurdî wê berdewam bike.”
Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin bal kişand ser pirzimanî û pirçandiya gelên Mêrdînê û wiha axivî: “Tekoşîna bi salan e em ji bo ziman didin tenê ne ji bo Kurdî ye, ji bo hemû zimanên herêmê ye. Ger îro zimanê me bibe zimanê perwerdeyê ev dewletê bêhêz nake, hêzê dide dewletê û divê zimanê me êdî bibe xwedî statu.”
Piştî axaftinan girseyê govend gerand.


















