Saziya zimanê Kurdî KURDÎ-ZAN bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li navçeya Bazîd a Agiriyê meşeke meşaleyî li dar xist.
Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Çand û Ziman (KURDÎ-ZAN) di çarçoveya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de, li ber gora Ahmedê Xanî ya li navçeya Bazîd a Agiriyê daxuyaniyek da. Tevî astengiya polîsan jî daxuyanî hat dayîn û di daxuyaniyê de pankarta “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî” hat vekirin. Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka KURDÎ-ZANê Dîcle Bozkûrt ve hat xwendin.
Bi meşaleyan meşiyan
Piştî daxuyaniyê, girseya ku li ber avahya DEM Partiyê ya Bazîdê hatin cem hev, ji Kolana Mem û Zînê heta Parka Şaredariyê meşeke bi meşaleyan li dar xist. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî zimanê kurdî” û “Bê ziman jiyan nabe” hatin berzkirin. Girseya ku gihîşt parkê, bi meşaleyan li ser erdê nivîsa “ZIMAN” nivîsî.
Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.















