Meclisa Cîwanan a DEM Partiyê ya Stanbolê di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî bernameyeke li dar xist.
Bernameyên 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Stenbolê didome. Endamên meclisê, Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li bernameyê bûn. Bername li avahiya navçeya Bagcilarê ya DEM Partiyê hate lidarxistin. Di bernameyê de bênavber dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. Bername ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyane xwe ye dest dane bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Paşê sînevîzyona ku qala girîngiya zimanê Kurdî dike hate temaşekirin. Pîştî sînevîzyonê koma Komuna Çand û Hunerê ya Ekînê derketin ser dikê û şanoya ku qala têkoşîna li dijî bişaftinê dike, lîstin.
Bername bi stranên hunermend Kanî Kal, Rojhilat Azad û Heval Firar bi dawî bû.


















