TUAY-DERa Sêrtê 1emîn Kongreya Asayî li dar xist û di kongreyê de hevserok û rêveberiya nû hatin hilbijartin.
Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Sêrtê bi tevlibûna gelek kesan 1emîn Kongreya Asayî li dar xist. Hevserokên MED-TUHAD-FED Pinar Sakik Tekîn û Kerem Canpolat, parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê M. Zekî Îrmez, hevşaredara Sêrtê Safiye Alagaş, endamên DEM Partî û DBPê yên Sêrtê, MEBYA-DER, Dayikên Aştiyê û saziyên civaka sivîl ên bajêr tev li kongreyê bûn.
‘Em ê Sêrtê bi xwîna egîdan û lehengan bi ser bixin’
Di kongreyê de Hevserokê MED TUHAD-FEDê Kerem Canpolat ewilî axivî û got: “Beriya niha jî li vir saziya me hebû, lê ne bi fermî bû. Îro me ew sazî kir fermî. Du sê meh in li vir karekî me heye. Em her tim bê navber dixebitin. Hemû hevalên me yên ku li vir ked dane her tim li pişt me bûne. Em dibêjin mala wan ava be. Em ê jî weke sazî her tim mil bidin milê wan. Em ê Sêrtê bi xwîna egîdan û lehengan bi serxînin.”
‘Sed salên dawî ji bo me sed saleke gelek zor û zehmet bû’
Piştre parlamenterê Şirnexê yê DEM Partiyê M. Zekî Îrmez axivî û got: “Rêhevalên me yên ku çirûska berxwedanê yên ku di qadên zindanan de jiyana xwe ji dest dane em wan bi bîr tînin. Bi taybetî ez bejna xwe li ber heval Mazlûm Dogan û li ber hemû cangoriyan ditewînim. Ew armancên ku wan dabû pêşiya xwe heta ew armanc bi cih neyê em ê jî tu carî wê berxwedan û têkoşînê bernedin. Heta serkeftinê em ê bibin şopdarên rêya hevalên xwe. Meha gulanê meha şehîdan e û ev meh ji bo me gelek bi taybet e. Di vê mehê de kongreyeke wisa hate lidarxistin hê watedar tir e. Ev pêvajoya ku em têde dimeşin, dê bi hêz tir be, bi çalakiyên bi vî awayî. Em çiqas dikaribin dest bibin pêvajoyê, kongreyan û komînan ew ê ew qas destê Rêbertî jî xurt bibe û ew ê pêvajo jî ber bi serkeftinê ve biçe. Sed salên dawî ji bo me sed saleke gelek zor û zehmet bû.”
Piştî axaftinan raporên xebatan hatin xwendin. Ji hevserokên TUAY-DERê Lalîxan Ceylan û Mûrat Gogun hatin hilbijartin. Her wiha Emîne Polat, Fûat Yildirim, Îsmaîl Yildiz (Nûnerê Dihê), Mehmet Saît Sak (Nûnerê Misircê), Mûsa Sevgîn, Mehmet Aksû, Eyup Çelepkûşû, Alî Yeşîlmen (Nûnerê Baykanê) Ahmet Aydin, Halîl Adiguzel û Sidik Cengîz weke rêveberiya nû hatin hilbijartin.
Kongre bi silavdayîna rêveberiya nû bi dawî bû.




















