* Li Stenbolê di du mehan de 93 kes bi hinceta wek; wêneyên Abdullah Ocalan vekirine û dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirine, govend gerandine û parvekirinên medyaya dijîtal hatin binçavkirin. Ji wan 4 jê zarok 24 kes hatin girtin. Li 3 zarokan jî jî biryara hepsa malê hate dayîn. Tevî biryara AYM ya ku dibêje dirûşmeya “Bijî Serok Apo” ne sûc e jî polîs êrişî çalakiyan dike û bi taybetî ciwanan binçav dikin û lê tevî vê yekê jî ev dirûşm bi dehan salan e di her çalakiyê de olan dide.
* Ji sebiyê 8 rojî heta dayika 42 salî, 6 endamên malbata Elgun di şevekê de hatin qetilkirin. Tevî girtina dozê jî, ji malbatê tenê bavê saxmayî Davut Elgun hîn jî li pey edaletê ye.
* Rêveberê Komeleya Berî Her Tiştî Zarok Îbrahîm Yildirim diyar kir ku her saziyeke ku îdiayeke wê heye dikare ji bo vê xebatê dilopeke avê jî bîne û wiha got: “Em dixwazin ku di qada zarokan de rêxistina xwe ava bikin. Em bi hev re vê xebatê bimeşînin û hêzê bidin hevdu. Ewilî zarokên Kurdistanê bigihînin hemû zarokên cîhanê.”
* Şaredariya Bajarê Nû dê li eywana Meclîsa Şaredariyê komxebata “Di Rêveberiyên Herêmî de Atolyeya Komun û Kooperatîfan” li dar bixe. (09:00-17:00)
* Rêxistina DBPê ya Sêrtê dê bi beşdariya Hevserokê DBPê yê Giştî Keskîn Bayindir 2yemîn Kongreya xwe ya Asayî li Eywana Dawetê ya Ûgûrê li dar bixe. (11:00)
* Rêxistina DEM Partiyê ya Karşiyakayê û Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman ya Avesta dê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî li ber Îskeleya Karşiyakayê ya Îzmîrê şahiyekê li dar bixe. (18:30)
* Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê, dê li ser rêwitiya “Radyoya Êrîvanê” û rojnameya “Riya Taze” bi sernavê “Êrîvan Xeber Dide” gotûbêjekê li dar dixe. (19:00)








