Danûstandinên nerasterast ên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Komara Îslamî ya Îranê de, ketine qonaxeke nediyar û asê. Di demekê de ku hevdîtinên dîplomatîk li ber “xetên sor” ên her du aliyan xitimîne, bi gefên du alî rageşî û nediyariya li Rojhilata Navîn didome.
Hewldanên dîplomatîk û muzakereyên nerasterast ên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Komara Îslamî ya Îranê de ku demek e bi navbeynkariya welatên wekî Pakistan, Uman û Qeterê dihatin meşandin, ketine qonaxeke bi temamî asê. Pêvajoya ku ji bo sînordarkirina bernameya nukleerî ya Îranê, rakirina ambargoyên aborî û kêmkirina rageşiya li herêmê hatibû destpêkirin, li gorî pêşketinên dawî rawestiyaye. Her du alî jî bi daxuyanî û tevgerên xwe nîşan didin ku ew ji pozîsyonên xwe yên radîkal paşve gav navêjin. Ev yek jî nediyariya şer a li Rojhilata Navîn didomîne.
Li ser maseyê lihevkirin nîne
Li gorî çavkaniyên dîplomatîk û geşedanên li qadê, DYA û Îran di xalên bingehîn de li hev nakin. Serokê DYAyê Donald Trump destnîşan dike ku heta Îran bernameya xwe ya dewlemendkirina uranyumê nede sekinandin û piştgiriya xwe ya leşkerî ji bo komên çekdar ên li Sûriye, Iraq, Yemen û Lubnanê qut neke, tu pêşketin çênabe. Trump her wiha gefa zêdekirina dorpêçên aborî û gefa cardin destpêkirina şer jî dubare dike.
Îran gefên Trump wekî blof dibîne
Li hemberî vê yekê, helwesta Rêveberiya Tehranê jî hişk e. Li gorî pisporan bi boneya daxuyaniyên Trump ên hevnagirin, Îran gelek gotinan wekî blof digire dest. Îran, wekî şertê destpêkê yê her cure peymanekê, daxwaza rakirina tam a hemû ambargoyên aborî û bazirganî yên li ser xwe dike. Tehran her wiha bi tundî red dike ku destwerdan û hêza wê ya leşkerî ya li herêmê bibe mijara bazariyê ya di muzakereya nukleerî de. Ji ber van nakokiyên kûr, maseya dîplomasiyê xitimî ye.
Şerê wekaletê tê xurtkirin
Asêbûna li ser maseya muzakereyan, bandora xwe rasterast li qada Rojhilata Navîn dike. Ji Deryaya Sor heta Iraq û Sûriyeyê, tevgera leşkerî ya her du aliyan zêde bûye. DYA bi zêdekirina hebûna xwe ya leşkerî ya li herêmê û xurtkirina baregehên xwe peyama amadekariya şer dide. Îran jî bi rêya komên xwe yên wekaletê, gefan li berjewendiyên Amerîkayê û hevalbendên wê dixwe. Çavdêrên siyasî hişyariyê didin ku di vê rewşa asê de her tevgereke şaş a leşkerî an jî êrişeke provokatîf, dikare bibe sedema teqîneke mezin li tevahiya Rojhilata Navîn.













