Li Colemêrgê bi dehan karkerên li navçeya Çelê bi peyamekê ji kar hatin derxistin. Karkerên mexdûrkirî bertek nîşanî vê rewşê dan. Berî niha rêbazên ÎŞKURê yên girtina karkeran jî bibon sedema nîqaşan û Parlementera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznur Bartin mijar anî bû rojeva Meclisê.
Saziya Kar û Karkeran a Tirkiyeyê (ÎŞKUR) û Walîtiya Colemêrgê bêyî hincetek nîşan bide bi dehan karker ji kar avêtin. Li gorî agahiyan, li navçeya Çelê dawî li karê bi dehan kesên ku di saziyên cuda de dixebitîn, hate anîn. ÎŞKURê peyamek ji karkerên ku 2 meh berî niha hatibûn bi cihkirin re şand û destnîşan kir ku dawî li karê wan hatiye anîn.
Karkerên mexdûr bertek nîşan dan
Karkerên hatine mexdûrkirin anîn ziman ku ew 2 meh in dixebitin û bêyî ku tu agahî ji wan re bê dayîn, tenê bi peyamekê ji kar hatine derxistin. Mexdûran bertek nîşanî vê neheqiyê da û xwestin ku ÎŞKUR û Walîtî ji xeletiyê vegerin.
DEM Partiyê angaştên bêrêtiyê pirsîbûn
Berî niha rêbazên ÎŞKURê yên girtina karkeran jî bibon sedema nîqaşan. Gelek welatî û saziyên li bajar bi boneya, ÎŞKUR û Walîtî lîsteya kesên bikevin kar ji rêxistinên AKPê digire, bertek nîşan dabûn. Parlementera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznur Bartin mijar anî bû rojeva Meclisê û krîterên girtina karkeran ji bo kar pirsîbûn.












