Tevgera Çerkesên Şoreşger ên Welatparêz, bi boneya 162emîn salvegera komkujî û sirgûna çerkesan li Îzmîrê daxuyaniyek da û daxwaza edaletê kir.
Tevgera Çerkesên Şoreşger ên Welatparêz, bi boneya 162emîn salvegera komkujî û sirgûna çerkesan a 21ê Gulana 1864an de pêk hat, li ber Navenda Çandê ya Turka Saylanê daxuyaniyeke çapemeniyê da û paşê li Qada Gundogduyê ji bo bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane qûrnefîl avêtin deryayê.Girseya tevlî bîraninê bûn dirûşmên “Me komkujî û sirgûna Çerkesan a 21ê Gulana 1864an ji bîr nekir”, “Bijî xwişk-biratiya gelan” û “Em ne tolhildanê, edaletê dixwazin” berz kirin. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê endamê Tevgera Çerkesên Şoreşger ên Welatparêz Turgut Aydin ve hat xwendin.
Turgut Aydin diyar kir ku di şerê Kafkas-Rûsan de çekes hatin kuştin û milyonek û nîvek çerkes hatin sirgûnkirin. Turgut Aydin anî ziman ku di her serdemê de neteweyên piçûk dibin qurbaniyên hêzên emperyalîst û got: “Em êşên hemû gelên cîhanê yên ku rastî komkujî û sirgûniyê hatine, nexasim gelê Fîlîstîn, Sûriye û gelên din ên Rojhilata Navîn ên ku îro di bin komkujiya hêzên emperyalîst de ne, pir baş fêm dikin û di dilê xwe de hîs dikin.”
‘Berxwedana Çerkesan berxwedaneke birûmet e’
Piştre Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yılmaz axivî û got: “Beriya 21ê Gulana 1864an, dîrokeke têkoşînê ya nêzî 300 salî heye. Çerkes piştî têkoşîna 300 salî ya li welatê xwe yê ku 25 hezar sal in lê dijiyan, ne tenê di nav xwînê de ji axa xwe hatin derxistin, gundên wan ên ku lê dijiyan jî hatin şewitandin û rûxandin. Lê berxwedana çerkesan berxwedaneke pir birûmet bû; wan karîbû 300 salan li dijî artêşa dewleteke ku bi qat û qat ji wan bihêztir bû li ber xwe bidin û di encamê de nêzî 2 mîlyon Çerkes ber bi qeraxên Deryaya Reş ve hatin sirgûnkirin. Li wir bi mehan birçî, tî û tenê man.”
Çalakî, piştî avêtina qûrnefîlan a deryayê bi dawî bû.














