Stenbol – Dikandar Hakîm Karagoz û mişteriyê wî Fevzî Adak diyar kirin ku ew li Stenbolê bin jî nikarin ji çanda xwe dûr bikevin û gotin: “Em nikarin eslê xwe ji bîr bikin, em çi bin ew in. Kurdîtiya me û çanda me ji bo me gelek girîng e. Mirov here li ku jî ji çanda xwe dûr nakeve.”
Ji ber sedema politîkayên şer yên dewleta Tirk bi sed hezaran Kurd ji salên 90î û heta niha ji Kurdistanê koçî bajarên Tirkiyeyê kirin e. Dewleta Tirk di salên 90î de gund şewitandin û Kurd mecbûr man koçber bibin. Lê ev polîtîka di salên dawiyê de weke zextên destdanîna ser erdan, tunebûna kargehan û xirabûna rewşa aborî berdewam dikin. Gelê Kurd koçî kîjan bajarî jî bike dixwaze bi çanda xwe bijî û zindî bihêle. Dewlet jî hewl dide gelê Kurd asîmile bike. Gelê Kurd li her devera ku lê dijî li ber polîtîkayên bişaftinê radibe û li ber xwe dide.
Ji salên 90î ve heta niha bi sed hezaran Kurd koçberî Stenbolê bûne. Kurdên ku koçî Stenbolê bûne hema bêje li hemû navçeyên Stenbolê belav bûne û bicih bûne. Gelê Kurd ku li Stenbolê dijî di nava gengeşiya Stenbolê de jî çanda xwe diparêze.
Li navçeya Esenyûrtê dikana bi navê Haciogûllari bala gelê Kurd dikişîne. Dikandar li dikana xwe bi gelemperî tiştên ku ji Wanê tîne difiroşe. Keşk, penêrê Wanê, hingiv, dims, bacan û îsotên hişkkirî û gelek tiştên difiroşe. Dikandar Hakîm Karagoz û Fevzî Adak ê ku tiştan ji vê dikanê dikire, derbarê tiştên tên firotin û parastina çanda Kurdî de axivîn.
‘Divê mirov ji çanda xwe dûr nekeve’
Hakîm Karaoguz diyar kir ku li dikana xwe penêr, nanê tanûrê, keşk û hwd. tiştên herêmî difiroşe û wiha axivî: “Ev dikan nêzî 15 salan e heye. Her tiştên ku ji Wanê tên, ez li vir difiroşim. Jixwe bi gelemperî welatiyên ku ji Wanê koçber bûne li vir dijîn. Li vir penêrê Wanê, şekir, dimis, tehîn, keşk û gelek tiştên ku Kurd bi wan mezin bûne tên firotin. Muşteriyên me gelemperî Wanî ne. Di vê demsalê de jî bi piranî ribês û nanê tanûrê tê firotin. Dema penêr jî, li vir penêr zêde tê firotin. Mirov here li ku bijî jî divê ji çanda xwe dûr nekeve. Kesên ku di zarokatiya xwe de çawa mezin bûne li vir jî wisa dijîn. Welatiyên li vir dijîn jî bi piranî ji ber zor û zextan koçî Stenbolê kirin e. Li Stenbolê jî bi çand û nasnameya xwe dijîn. Dema ku mişterî tên li vir û tiştên ku em difiroşin dibînin gelek kêfxweş dibin.”
‘Em hewl didin bi çand û zimanê xwe bijîn’
Fevzî Adak ê ku mişteriyê vê dikanê ye jî anî ziman ku wî berî 15 salan koçî Stenbolê kiriye û wiha got: “Em tên li vir û xwarinên ku li ji welatê me tên dikirin. Çi ji me re lazim be em tên ji vir dikirin. Çimkî berhemên welat li vir hene. Em nikarin eslê xwe ji bîra bikin, em çi bin ew in. Kurdîtiya me û çanda me ji bo me gelek xweş e. Em li vir bin jî dilê me hê jî li Wanê ye. Dema ku em xwarin û tiştên welatê xwe li vir dibînin kêfxweş dibin. Ji bo em çanda xwe rabin û biparêzin, em tên ji vir diştan distînin. Ji bo em bi çand û zimanê xwe bijîn çi destê me tê em dikin.”













